Li Rojava xwedî derkevin
Sêşem 21 Çile 2025 - 02:50
ROZA METÎNA / AMED
Hevseroka MEBYA-DER’ê ya Mêrdînê Gurbet Tekîn têkilarî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û bandorên tecrîdê wiha got:” Em dixwazin tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û her kes li Rojava xwedî derkevin û xwe berpirs bibînin. Kesên li hemberî êrişan bêdeng bimînin dibin şirîkên van qetlîaman. Em kurd bi tunebûnekê rû bi rû ne. Loma em çiqas xurt bibin em ê ewqas hebin.”
Êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Li dijî van êrişana têkoşîna Gelê Kurd jî dewam dike. Her wiha her çiqas niha hevdîtin pêk tên jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî dewam dike. Têkildarî mijarê hevseroka Komeleya Çand û Yekîtîyê ya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) a Mêrdînê Gurbet Tekîn nirxandin kir.
Li Rojava xwedî derkevin
Gurbet Tekîn di destpêkê de bal bir ser êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û wiha got:”Êrişên li ser Rojava dewam dikin. Em lê dinêrin bi êrişan zarok û jin tên qetilkirin. Jin li pêş kamerayan êsîr tên girtin. Ev êrişana dûrî exlaqê mirovatiyê ye. Îro exlaqekî şer jî heye. Lê belê ev êrişên li ser Rojava û li Sûriyeyê tên kirin dûrî exlaqê şer in jî. Li dijî êrişan jî divê kurd bibin yek û piştgiriyê bidin hev. Jixwe li ser sînorên Pirsûs û Kobanê jî nobet hatin lidarxistin û gel piştgiriya Rojava kir. Herî zêde jî dayik li van çalakiyana xwedî derketin. Ji bo kes êdî êşê nekşînin dayik têkoşiyan. Em dixwazin tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û her kes li Rojava xwedî derkevin û xwe berpirs bibînin. Kesên li hemberî êrişan bêdeng bimînin dibin şirîkên van qetlîaman. Em naxwazin kes bêdeng bimîne. Îro roja hebûn û tunebûnê ye. Em kurd bi tunebûnekê rû bi rû ne. Loma em çiqas xurt bibin em ê ewqas hebin.”
Heta êriş hebe wê têkoşîn hebe
Gurbet Tekîn da zanîn êriş çiqasî dewam bikin jî wê têkoşîn jî ewqasî dewam bike û wiha pê de çû:”Niha ji aliyê Tirkiye û komên girêdayî wê ve, êrişeke mezin li ser Rojava heye. Lê belê heta êriş hebe wê têkoşîn jî hebe. Em qet ji doza xwe naqetin. Em ê pêl bi pêl her roj xurt bibin. Heta ev şer bê sekinandin û ev çete ji nava gelê me derkevin, heta dewleta tirk şerê xwe bisekinîne em ê li berxwe bidin. Dewleta tirk bi balafir, top û tanqên xwe gelek caran êriş kiriye lê encam jî ji van êrişana negirtiye. Wê ji niha şûnde jî tu encamê negire. Gelê Kurd her tim li berxwe daye. Gel Kurd ji bo ziman, huner, çanda xwe bi têkoşîna xwe girêdayîye. Kurdan ji bo azadiyê bedelên mezin dan zarokên kurdan her tim hatin qetilkirin, dîl hatin girtin. Lê kurdan dev ji têkoşîna xwe bernedan. Wê ji niha şûnde jî li dijî êrişan dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
Em ê pergala Rojava biparêzin
Gurbet Tekîn bal bir ser pergola li Rojavayê Kurdistanê û wiha dewam kir:”Jinên kurd pêşengiya têkoşîna li Rojava kirin. Bi xwîna Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û gelek jinên din ên kurd pergaleke wekhev li Rojava hat avakirin. Li Rojava niha pergala hevserokatiyê heye û ev jî nûnertiya wekheviyê ye. Loma jî di eslê xwe de êriş li hember vê pergalê tên kirin. Ji ber jiyana li Rojava ya hevpar tehemul nakin loma jî êriş dikin. Bi van êrişana tê xwestin jin jî tune bibin. Komkujiyên herî mezin îro li ser jinan tên meşandin. Lê belê jin dikarin têkoşîna xwe bikin û zihniyeta baviksalar jî qebûl nakin. Em ê jî heta dawiyê vê pergalê biparêzin.”
Tecrîd dewam dike
Gurbet Tekîn di heman demê bal bir ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û wiha got:”Niha bi taybet tecrîdek jî li ser Abdullah Ocalan dewam dike. Ji destpêka komployê heta niha ev tecrîd dewam dike. Her çiqas tecrîd dewam e jî Abdullah Ocalan jî ewqas li berxwe dide û em vê têkoşînê jî pîroz dikin. Gerek em li silava wî ya ji hemû mirovatiyê re şand xwedî derkevin. Abdullah Ocalan xwedî li têkoşîna jinan û gelan derket. Heta ew azad nebe em jî azad nabin. Ew heta bi awayekî fîzîkî ne di nav me de be wê demê wateya vê jiyanê jî tune ye.”
Tecrîd bandorê li şer dike
Gurbet Tekîn da zanîn tecrîda li ser Abdullah Ocalan di heman demê de bandorê li ser şerê li Rojava jî dike û wiha got:”Niha tecrîda ku dewam dike bandora xwe li ser xwezayê, girtîgehan, civakê û li ser êrişên li ser Rojava dike. Ev tecrîd li her derê belav bûye. Heta ev tecrîd bi dawî nebe tu çareserî jî çênabe. Niha hevdîtin tên kirin lê belê hîn şer berdewam e. Li hêlekê pêvajoyeke hîn nav nedayinê heye lê belê li hêlekê jî hîn şerekî dijwar dewam dike. Gerek ev şer bê sekinandin. Em dixwazin gavên şênber ji bo bidawîkirina şer bên avêtin. Ji bo şer bi dawî bibe divê kurd yekîtiya xwe xurt bikin.”