Li Rojava vejîna jinan
Şemî 21 Hezîran 2025 - 03:10
Endama Koordînasyona Kongra Starê ya kantona Firatê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Peyman Elûş behsa modela xwe kir û got:"Jinên ku bi salan ji îradeya xwe ya fikrandin, biryargirtin, bingehgirtin û wekî din bê par hatiye hîştin a niha behsa maf, hevjiyaneke azad û jiyana hevbeş a di asta malbat, civak, kar û xebatên xwe de dikin."
Li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Rojhilata Navîn, pirojeyeke ku bi hemû hûrguliyên xwe ve alternatîfa rizîna civakê, zordarî, navendîbûn û aloziyên ku pergala modernîteya kapîtalîst afirandine, tê pêkanîn.
Projeya Netewa Demokratîk a ku yek ji berhemên bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, bi rêgezên xwe yên sereke civaka demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk, li dijî hişmendiya netew-dewlet, endustrîalîzm û kapîtalîzmê xwe birêxistin dike û dibe bersiv. Di nava vê pirojeyê de çareserkirina pirsgirêka azadiya jinê, yek ji armancên sereke yên Abdullah Ocalan in.
Li ser vê bingehê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe spartin perspektîf û bîrdoziya rêberê xwe Abdullah Ocalan û ji bo xwe modela jiyaneke nû afirandin.
Endama Koordînasyona Kongra Starê ya kantona Firatê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Peyman Elûş behsa modela xwe kir. Hêjayî gotinê ye ku Kongra Star yek ji rêxistinên jinan yên herî çalak, bibandor û girîng yên birêxistinkirina jinan e.
Di rêwîtiya ber bi azadiyê de bîrdoziya Abdullah Ocalan çavkanî ye
Peyman Elûş bi van gotinan behsa şoreşa jinê û çawaniya derketina wê dike: “Li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jinê heye ku ev di asta cîhanê de tê nasîn. Ev şoreş di naverokê de xwe dispêre bîrdoziya Rêber Apo. Bi taybetî me projeya Netewa Demokratîk, li dijî şaxên modernîteya kapîtalîst, netew-dewlet û endustriyalîzmê di şoreşa xwe de esas girt.”
Peyman Elûş diyar kir ku wan dikaribû bi têkoşîneke bi heybet ji bo jinan cîhan û jiyaneke azad û bi rûmet ava bikin û wiha pê de çû: “Pergal ango şoreşa ku me li jor anî ziman, weke jin me di vê çarçoveyê de destpê kir ku em bikaribin ji bo hemû jinan cîhaneke azad û bi rûmet ava bikin. Di vî warî de em tenê jinên Rojavayê Kurdistanê nagirin dest, hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî vê projeyê dibin û bûn parçeyek bingehîn di avakirina vê pergalê de.”
Peyman Elûş bi berfirehî wiha behsa pergala jinan dike: “Jinên ku bi salan ji îradeya xwe ya fikrandin, biryargirtin, bingehgirtin û wekî din bê par hatiye hîştin a niha behsa maf, hevjiyaneke azad û jiyana hevbeş a di asta malbat, civak, kar û xebatên xwe de dikin. Bê guman ev xalên ku me anîn ziman, mijarên têkoşînê ne. Bi taybetî jî têkoşîna guhertina hiş û hizrê mirovan gelek dijwar e. Ji ber vê yekê jî jin têkoşîneke sedîsed û di asta lutkeyê de dimeşînin, em ji bîr nekin ku em rû bi rûyî hişmendî û pergaleke temenê wê zêdetirî 5 hezar salan in. Ji bo vê jî weke jinên ku em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn û têdikoşin, di hemû qadên jiyanê de ji perwerdehî, hiqûqî, siyasî, aborî, çand û hûner, çapemenî, civakî, xweparastin û di dehan beşên din de me xwe birêxstin kiriye û palpişta xwe xurt kiriye.”
NÛJINHA/KOBANÊ/BERÇEM CÛDÎ