Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin
Şemî 19 Tîrmeh 2025 - 03:20
Berdevkê Karûbarên Derve yê PYD'ê Salih Muslim, 13 salên Şoreşa Rojavayê nirxandin û got ew tu carî teslîmbûnê qebûl nakin.
Berdevkê Karûbarên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ku yek ji pêşengên pêvajoya şoreşgerî ye, pêvajoya 13 salan û pêşketinên li herêmê nirxandin.
Baweriya gel hebû
Salih Muslim ku di salên destpêkê yên şoreşê de wekî hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kar kir, got: "Me fêm kir ku şoreş tê. Wê demê tişta ku diviya me bikira ew bû ku em xwe amade bikin. Kurdan ev kir. Pêvajoya şoreşê ji bo Rojhilata Navînê jî xaleke werçerxê bû." Salih Muslim diyar kir ku ew di sala 2011'an de, dema ku şerê navxweyî li Sûriyeyê dest pê kir, ne amade bûne û got: "Em li bendê man heta ku şert û mercên erênî derketin holê. Piştre me dît ku ev hêzên çekdar hêdî hêdî bala xwe didin Rojavayê. Hêzên 'muxalefetê' li vir êriş kirin, îdia kirin ku 'hêzên rejîmê' li wir in. Lê me fêm kir ku hedefa rastîn a êrişan em bûn. Piştre me li Kobanê biryarek da; hêdî hêdî kanton hatin ragihandin. Baweriya gel hebû. Bi tevlêbûna tevgera azadiya kurd, cesareta gel mezin bû."
Gotinên Thomas Barrack
Salih Muslim destnîşan kir ku feraseta dewleta neteweyî di bingeha pirsgirêkên Rojhilata Navînê de heye û daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yê Sûriyeyê Thomas Barrack ên vê dawiyê bi bîr xistİn. Muslim got: "Daxuyaniyên Barrack ne ji bo berjewendiya me ne jî ji bo berjewendiya Sûriyeyê ne. Ev nêzîkatî 100 sal in bingeha pirsgirêkên Rojhilata Navîn e, ji Peymana Sykes-Pîcot bigire heya Peymana Lozanê."
Em teslîmbûnê qebûl nakin
Salih Muslim da zanîn ew teslîm nabin û got "Em baweriya xwe bi raman, kiryarên xwe û hêza xwe tînin" destnîşan kir ku ew alîgirê yekîtîyê ne û teslîmbûnê qebûl nakin. Muslim got: "Ew dibêjin ku ew dixwazin bi me re bi hev re tevbigerin. Em jî vê dixwazin, lê ew ji me re vê venakin. Ji ber vê yekê, gelo ew li benda teslîmbûna me ne, an jî ew dixwazin vê yekê bi rêkeftinekê bi dest bixin? Em naxwazin tevlî Sûrîyeyeke ku ji hêla xîlafetekê ve tê rêvebirin bibin."
MA / RIHA / CEYLAN ŞAHÎNLÎ