Piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava
Şemî 31 Çile 2026 - 03:38

Endamên Karwanê Gelan ku ji ciwanên enternasyonalîst pêk tê, diyar kirin ku divê ew li gel hevdu bisekinin û her kes piştgirî bide Şoreşa Rojava û gotin: “Çareserî xwerêxistinkirin û avakirina komunan e.”
Çeteyên HTŞ û SMO'yê bi hevkariya dewleta Tirkiyeyê êrişî Rojava dikin û dixwazin axa Rojava dagir bikin. Li dijî êrişan li Bakur, Başûr, Rojhilat, Tirkiye û welatên Ewropayê çalakî tên lidarxistin. Kolektîfa RîseUp4Rojava (Ji bo Rojava Rabe Ser Pêyan) ku ji komek rêxistinên şoreşger pêk tên di çarçoveya seferberiya giştî de bi kampanyaya “Karwanê Gelan” banga çûyîna Rojava kiribûn. Endamên karwanê ku hatin Stenbolê têkildarî armanca hatina xwe axivîn.
Ji ciwanan Anna Ellenberger diyar kir ku ew şoreşgerek ji Almanyayê, endama Însiyatîfa Konfedaralîzma Demokratîk e û wiha axivî: “Min berî du sal û nîv şoreşa Rojava nas kir. Kesên ku tev li şoreşa Rojava bibûn ji me re behsa Rojava kiribûn, naskirina min a Rojava wisa çêbû. Şoreşa Rojava şoreşa sedsala me ye. Jinên ku li Rojava li ber xwe didin bi bîr tînim. Divê em wekî jinên Ewropayî xwedî li vê şoreşê derkevin. Ji ber ku dewleta me alikariya Colanî dike. Em wekî jinên Ewropayî me dît ku em jî di bin zextê de ne. Ji bona wê divê em xwedî li vê berxwedanê derkevin.”
Anna Ellenberger di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê ji bo gelên Rojava werin gel hev û ev tişt anî ziman: “Dem dema bilindkirina dengê Rojavayê ye. Divê çi ji destê me bê em bikin, jixwe dem dema vê ye. Ez ji dewleta xwe bawer nakim û dewleta ez lê dijîm min temsîl nake. Bijî berxwedana Rojava.”
‘Divê her kes li pişt Şoreşa Rojava bisekine’
Yek ji ciwanên din Nico Ehrenberger jî diyar kir ku ew bi hestên şoreşgerî hatiye vir û wiha got: “Em ev demek dirêj e çalakiyên bi navê ‘Berxwedana enternasyonalîst bilin bike’ li dar dixin. Min li wir hevalên Kurd nas kir. Dema agahiya min ji Karavana Gelan çêbû min xwest ku tevlî karavanê bibim. Divê em li gel hev du bisekinin. Di pêşerojê de jî em ê li gel hev bin. Gelên li Almanya dibêjin ‘em demokratîk in’ heke wisa be divê li pişt Şoreşa Rojava bisekinin. Gelên Ewropa dikarin gelek tiştan bikin. Gelek kes di salên dawî de gelek tişt ji Şoreşa Rojava hîn bûn. Em jî dibêjin divê her kes li gel Şoreşa Rojava bisekine.”
AW / STENBOL / OMER DEMÎR















