19’ê Tîrmehê şoreşek exlaqî û polîtîk e
Duşem 21 Tîrmeh 2025 - 03:45
- Gerîlayên HPG’ê salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin û gotin:"19’ê Tîrmehê şoreşeke civakî, şoreşeke exlaqî û polîtîk e."
Gerîlayên HPG’ê yên li Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kirin Bawer Bewer Serhed, Masîro Ararat, Ferman Penaber û Birûsk Baran bi wesîleya salvegera 13’emîn a Şoreşa Rojava axivîn. Axaftina gerîlayên HPG’ê bi vî rengî ye:
Baran Bewer Serhed: Yek ji wan tiştên ku hatine afirandin jî şoreşa 19’ê Tirmehê ye. Bi vê wesîleyê em hemû şehîdên şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr tînin, bejna xwe li ber keda wan ditewînin.
19’ê Tîrmehê şoreşeke civakî, şoreşeke exlaqî û polîtîk e. Ew rastî ye ku Rêbertî bi salane li ser fikir dike da ku bikare civakeke xurt, civakeke ku bikaribe xwe bi xwe birêve bibe, civakeke ku bi azadî bikaribe di nav hemû civakan de xwe temsîl bike biafirîne. Rêbertiya me projeyek danibû pêşiya gel. Gelê Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Surî jî xwedî derketina bangawaziya Rêber Apo, bi xwedî derketina şehîdên 14’ê Tîrmehê û xwedîderketina hevalên ku di wê pêngavê de şehîd ketine ve her ku diçe şoreş xwe dide jiyîn û xwe mezin dike.
Dema şoreşa Rojava destpêkir di sala 2014’an de bi bangawaziya Rêberê xwe me berê xwe da şoreşa Rojava, di wê şoreşê de me cîh girt. Dema yekem car bahs kirin ku xwesteka we ya jibo çûyîna Rojava heye yan na, yan nêrînên me jibo şoreşa Rojava çiye, ji ber ku Rojava ciyê yekem e ku fikir û ramanên Rêbertî lê şêmber bûye bê ka Serokatî dixwaze projeyeke çawa ava bike, xwesteka me ya ji bo çûyîna wê derê pir zêde bû.
Masîro Ararat: Şoreşa Rojava xwedî girîngiyeke mezin e. Serok Apo dema ev têkoşîn da destpêkirin destpêkê derbasî wir bû. 20 sal li Rojava û Sûriyeyê xebat kir. Gelê Rojava jî ji Serokatî serbilind e. Serokatî jî pir girîngiyê dide Rojavayê Kurdistanê. Bi kedeke mezin şoreşek li wir hat avakirin. Li wê derê ji gelê me yê sivîl û şervanan jî gelek şehîd hatin dayîn. Li Kobanê bi xwe 2 car qetlîam hatin pêşxistin. Dema ez vana tînim ser ziman gelek hestên cuda dijîm. Tevgera Azadiyê li hember wî dijminê hov ku gel ji komkujiyan derbas kir, derket. Ev jî şanaziyeke mezin di me de dide avakirin. Îro em xwe azad hîs dikin. Berê me nedikarî serî rakin. Piştî Tevgera Azadiyê hat, em jî azad bûn. Kapîtalîzmê me kuştibû, me îmha kiribû. Pîştî Tevgera Azadiyê, me xwe nas kir, gel kesayeta xwe nas kir, dijminê xwe jî nas kir, çanda xwe jî nas kir. Dît ku çanda wê çawa hatiye helandin. Berê Ereb û Kurd li hev nedikirin, dijminatî dikirin. Piştî Tevgera Azadiyê hat, niha hemû bûne yek. Hemû bi hev re di nav wekheviyê de dijîn.
Ferman Penaber: Di wê pêvajoyê de weke ciwanekî me jî dişopand. Me jî dixwest fêm bikin ku di çi astê de ye. Ji ber ku wisa ne di nav de bûn. Em li beşek Kurdistanê bûn. Me jî dişopand, lêkolîn dikir. Li ser vê esasê bandorek pir mezin li ser me çêbû. Hovîtiya DAÎŞ'ê, hovîtiyên ku dihatin kirin, qetlîamên ku dihatin kirin, însan bi saxî serjê dikirin an jî dişewitandin. Dixistin qefesan dişewitandin. Îşkenceyên cûr be cûr wisa dimeşandin. Ev jî bêgûman wek ciwanekî Kurd, wek hestên welatparêziyê yan jî wijdanî mirov qebûl nedikir. Bi taybetî ji bo Kurdekî qet mirov nikare qebûl bike. Ji ber wê jî di wê pêvajoyê de wisa bandorbûna me bi taybetî li ser Rojavayê Kurdîstanê çêbû. Li ser wî esasî di wê pêvajoyê de em tevlî nava refên gerîlla bûn. Li beşên cuda yên Kurdistanê be jî me hewlda ku bêhtir vê destkeftiyê biparêzin, mezintir bikin. Di beşên din ên Kurdistanê de em bêhtir xurt bidin meşandin.
Birûsk Baran: Ji ber ku em dibînin Rojava niha her menewiya ta xwe bi her tiştên xwe gelê xwe diparêze. Civak bi komîna xwe, bi hêza xwe ya sivîl û civakî xwe birêve dibe. Li ser fikrekî azad dimeşe, xwe birêve dibe. Mirov dibîne pêşengtiya herî zêde jî pêşengtiya jin û cîwanan in bi rastî jî di Rojava de. Yê herî zêde pêşengtiyê dike dibe nûmûne ji cîhanê re yan jî dibe nûmûne ku gelên din jî ji xwe re mînak bigirin, ji xwe re werin Rojava. Em dibînin ji derve jî tên. Cîwanên enternasyonal, gelên enternasyonal tên dişopînin, heta dikevin perwerdeyê jî, heta heyirî jî dimînin ka civakek bêdewlet çawa dijî yan jî zêdetir bi pêşengtiya jinê. Dema dibînin bawer dikin. Hêz digirin, moral digirin, diçin belav dikin. Gelên din jî pê bandor dibin.
ANF/BEHDÎNAN