Şoreşa Rojava ya bihevre jiyanê
Duşem 21 Tîrmeh 2025 - 03:42
Li Kobanê, Hesekê, Qamişlo, Reqa û Tebqayê bi hezaran Kurd, Ereb, Suryanî-Asûrî û Êzidî beşdarî pîrozbahiyên 13’emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê bûn. Di pîrozbahiyan de bal kişandin ser rihê şoreşê, aştî, azadî û avakirina civaka demokratîk.
KOBANÊ
Bi deh hezaran şêniyên Kantona Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser bi coş û moraleke herî mezin tev li şahiya pîrozkirina salvegera 13`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê bûn ku bi dirûşma "Bi rihê Şoreşa 19`ê Tîrmehê, em bi hev re jiyaneke aştiyane û civakek demokratîk ava bikin" li qada Şehîd Egîd a li bajêr hate lidarxistin. Piştre gelek hunermendên Kobanê û Jala Rojhilat stran pêşkêş kirin. Her wiha koma hunermendên Ermenî, hunermend Telan El Nazir bi zimanê Erebî, hunermend Dilo Doxan berhemên xwe pêşkêş kirin û şênî li ber govend gerandin.
QAMIŞLO
Bi hezaran Kurd, Ereb, Suryan-Asûr û Êzidiyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê bi cil û bergên xwe yên floklorî di pîrozbahiyê de amade bûn. Pîrozbahî bi dirûşma “Bi rihê Şoreşa 19`ê Tîrmehê, em bi hev re jiyanekeke aram û civkeke azad û demokratîk ava dikin” hate lidarxistin.
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl salvager şoreşê li tevahî haziran pîroz kir, hemû şehîdên şoreşê bibîranî û silavên xwe ji Rêber Apo re şandin.
Piştî axaftinan Hunermed, Şehrîbana Kurdî, Şerîfê Omerî, Helbestvan Ferhad Merdê stran gotin. Koma Hêva ya stranan û Koma Govendê ya Yersûso ya Suryanî stran gotin û dîlan gerandin. Şahî bi berzkirina dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Berxwedana Gelan” û gerandina dîlanan bi dawî bû.
HESEKÊ
Bi hezaran şêniyên bajarên Hesekê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin. Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD`ê Foza Yusif jî beşdarî şahiyê bû û tê de axivî û got:“Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha ramanên Rêber Apo û bi beşdariya Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Ermenên li herêmê dest pê kir.” Foza balkişand ser bûyerên li Siwêdayî û got:“Ew encama vê zihniyetê ye. Ji bo em vê nearamiyê bi dawî bikin divê em projeya neteweya demokratîk bi cih bînin. QSD`ê misogeriya rastîn a Sûriyeya demokratîk e û parastina gelê Sûriyeyê ye. Heke em mafên xwe di destûrê de dabîn nekin, wê demê em şertên li ser me tên ferzkirin qebûl nakin.”
Dûre hunermendê Kurd Şerîf Omerî stran pêşkêş kirin û şêniyan bi coşeke li ber stranên wî govend gerandin.
REQA
Li bajarê Reqayê ji bo salvegera 13`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê şahiyek hate lidarxistin. Meclisa Rêveber a kantona Reqayê şahî orgenîze kir ku li qada stada beledî ya bajêr birêve çû. Bi sedan şêniyên kantonê tev li şahiyê bûn. Di şahiyê de komên Hîlala Zêrîn, Koma Hêlîn Cûdî, Koma Palmîra berhemên xwe pêşandan, şêniyan jî li ber stranan dîlan gerand.
TEBQA
Bi sedan şêniyên kantona Tebqa, koçberên Efrîn û Şehbayê berê xwe dan qada navenda çandê ya li bajêr û tev li şahiya pîrozkirina salvegera 13`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê bûn ku bi dirûşma “Bi giyanê Şoreşa 19`ê Tîrmehê em ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin” hate lidarxistin. Piştî axaftinan komên hunerî mîna Koma Çand û Hunerê, Durêt El Furat, Çiyayê Kurd, koma dîlanê, hunermend Fîras El Ewad, Sîmo, Raman, Welat berhemên xwe pêşandan ku yekitiya pêkhateyên herêmê rave dike û fedakariyên QSD`ê ji bo parastina ewlehiyê, xuya dike.
NAVENDA NÛÇEYAN