Şoreşa Rojava 13 salî ye

În 18 Tîrmeh 2025 - 03:20

Tevî hemû êrişan jî, Şoreşa Rojavayê di 13'emîn sala xwe de hebûna xwe didomîne. Hevseroka PYD'ê Perwîn Yusifê îşaret bi wê yekê kir ku têkoşîna kurdan bingeha şoreşê daniye. 

Piştî şerê navxweyî yê ku di sala 2011'an de li Sûriyeyê dest pê kir, li herêmê guhertinên girîng ên siyasî, leşkerî û aborî çêbûn. Bi sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi mîlyonan kes neçar man ku ji warê xwe biçin. Ji ber şer bajar wêran bûn û herêm bû navendek pevçûnên berjewendiyî yên hêzên navneteweyî û rêxistinên girêdayî wan.  

Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de hêzên rejîmê ji bajarê Kobanê hatin derxistin. Pişt re gel li herêmên wekî Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrik, Girkêlegê, Tirbêspiyê û Tiltemîrê dest danî ser rêveberiyê.  

Hemû komên etnîkî û olî yên herêmê beşdarî rêveberiyê bûn û paşê hemû hêzên leşkerî di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hatin cem hev. Hewldanên ji bo dabînkirina pêdiviyên gel û çareserkirina pirsgirêkên wan ên civakî, dadwerî û aborî dest pê kirin. Di her warî de, ji tenduristî û aboriyê bigire heya rêveberiya herêmî, perwerde, jin, ciwan û werzîşê, meclis û komun hatin avakirin. 

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yusif pêşketinên di 13'emîn salvegera şoreşê de geşedanên di rojevê de nirxandin. 

Perwîn Yusif diyar kir ku kurdan di bin şert û mercên dijwar ên asîmîlasyon û înkarê de ji tunebûnê xwe afirandiye. Perwîn Yusifê destnîşan kir ku têkoşîna kurdan a ji bo azadiyê bingeha Şoreşa Rojavayê daniye. 

Perwîn Yusifê destnîşan kir ku wan bi meclis û komunan pergala xwe ava kiriye û got: "Me dest bi avakirina pergalekê kir ku jin tê de xwedî gotin bin. Jin di dema şoreşê û piştî wê de bûn aktorên sereke."  

Perwîn Yusifê anî ziman ku nêzîkatiya hikûmeta Şamê ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî 13 sal derbas bûne jî neguheriye û got: "Wekî berê, polîtîkayeke înkar û tunekirinê heye. HTŞ teslîmbûnê hêvî dike mîna ku qet şoreşek çênebûbe. Ev yek di diyalogan de derket holê.”

Perwîn Yusifê diyar kir ku ji dema ku HTŞ hatiye ser rêveberiyê ve daxwazên gelê Sûriyeyê hatine paşguhkirin û got ku hemû gel û bawerî di Rêveberiya Xweser de xwedî deng in. 

MA / RIHA/CEYLAN ŞAHÎNLÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.