Li Nûdem Dûrak xwedî derkevin

Sêşem 28 Çile 2025 - 02:35

Hunermenda kurd Nûdem Dûrak ku girtiya nexweş e nayê berdan. Xwîşka Nudem Dûrak Aynur Ozer diyar kir ku nexweşiyên xwîşka wê girantir dibe û got: “Em bang li stranbêjên kurd û tirk dikin ku xwedî li Nûdemê derbikevin. Nûdem ji ber stran gotin hat girtin. Ji bo Nûdem bê berdan û stranên xwe bêje piştgiriya wê bikin.

Hundermenda kurd Nûdem Dûrak (35) di sala 2015’an de li Şirnexê hat girtin. Dadgehê ji ber stranên kurdî 19 sal cezayê girtîgehê li wê birî. Nûdem Dûrak piştî hat girtin ew şandin girtîgehên Amed, Mêrdîn, Bayburtê. Herî dawî jî ew sirgûnî girtîgeha Erzînganê ya Girtî kirin. Nûdem Dûrak 10 sal in girtî ye. Piştî hat girtin bi nexweşiyên Graves (guatira bi jehrî) û nexweşiya hestî ket. Ji bo Nûdem Dûrak bê berdan hem li Kurdistanê û hem jî derveyî welat ji aliyê hunermendan vê gelek kampanya hatin destpêkirin.

Nûdem Dûrak li bajaroka Dêrgûlê ya Şirnexê ji dayik bûye. Dema zarok bû stranbêjiyê ji bavê xwe yê dengbêj Silêmanê Sofî (Suleyman Dûrak) fêrî stranbêjiyê dibe. Ji ber stranên kurdî strî gelek caran dewletê zext lê kiriye. Nûdem Dûrak ji ber stranên kurdî di sala 2012’an de hat girtin û piştî demekê girtî ma hat berdan. Ji ber hezkirin û eşqa stranbêjiyê, piştî tê berdan jî dîsa dev jî strandina stranên kurdî bernade. Beriya bê girtin jî li Navenda Çandê ya Mem û Zînê ya di bin baneyê Şeredariya Cizîrê de xebat dimeşand dersên defê dida şagirtan. Nûdem Dûrak dema li wir dersên kurdî dida şagirtan hat girtin. Piştî hat girtin bi gelek nexweşiyan ket. 10 sal in tevî nexweşiyan jî nayê berdan. Xwişka Nûdem Dûrak Aynur Ozer anî ziman ku nexweşiya Nûdem Dûrak roj bi roj girantir dibe û xwest bê berdan ku li derve tedawiya wê bê kirin.

Nikarin herin hevdîtinê

Aynur Ozer anî ziman ku ji ber dûrbûna girtîgehê ew di çûn û hatina girtîgehê de zehmetiyan dibînin û got: “Heta em diçin û tên nexweş dikevin. Rê pir xirab in. Çûyin û hatin pir zehmet e. Niha zivistan e her der berf e. Berê li girtîgeha Baybûrtê bû. Lê çend meh in birine Erzînganê. Lê ew der jî dûr e. Em nikarin heman rojê biçin û bên. Ji ber wê ew çend meh in ez neçûme hevdîtinê. Em dixwazin wê bînin girtîgeheke nezîktir. Ji ber ku dûr e bi mehan em nikarin biçin hevdîtinê. Dema em diçin wir jî em rastî lêgerîneke zêde tên.”

Divê ji bo tedawiyê bê berdan

Di berdewama axaftina xwe de Aynur Ozer balkişand ser nexweşiyên Nûdem Dûrak û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nûdem pir nexweş e. Nikare di van şert û mercan de di girtîgehê de bimîne. Tedawiya wê jî baş nayê kirin. Ji bo tedawiya wê bê kirin divê bê berdan li derve tedawî bibe. Di şert û mercên girtîgehê de baş nayê tedawîkirin. Ji ber wê em dixwazin Nûdemê berdin ku em li derve tedawî bikin. Em naxwazin Nûdem dengê xwe winda bike. Herî dawî 2 hefte berê em li ser telefonê axivîn ji me re got, ez pir nexweşim. Bi şev min muayane dikin lê ez nizanim ji ber çi ye. Gote ku ew tedawiyeke baş nabîne. Em dixwazin bê berdan.”

Li Nûdem Dûrak xwedî derkevin

Aynur Ozer destnîşan kir ku Nûdem Dûrak ji ber stranên kurdî hatiyê girtin û ev bang kir: “Em bang li stranbêjên kurd û tirk dikin ku xwedî li Nûdemê derbikevin. Nûdem ji ber stran gotin hat girtin. Ji bo Nûdem bê berdan û stranên xwe bêje piştgiriya wê bikin. Em hesrata dengê wê ne. Ji bo Nûdem dengê xwe winda neke û dîsa ji me re stranan bêje divê hemû hunermend xwedî li Nûdemê derbikevin. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan û zextên li ser girtiyan bi dawî bibe.”

AJANSA WELAT/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.