Li Minbicê pêşengeha hunera plastîk

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 9 Tîrmeh 2024 - 00:23

Navenda Çand û Hunerê bi beşdariya gelek hunermendên bajarê Minbicê yê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangeheke hunera plastîk a bi navê "Huner ji bo her kesî" li dar xist.

Navenda Çand û Hunerê bi lidarxistina pêşangehan piştgirî dide hunermendên di cîhana hunerê de gavên yekem davêjin.

Navenda Çand û Hunerê 6’ê Temûzê roja Şemiyê bi dirûşma “Huner ji bo her kesî” pêşangeheke hunera plastîk ku wê du rojan bidome li dar xist û 17 hunermend bi 51 tabloyan beşdar bûn.

Her berhem çîrokek xwe heye

Fatîma Elawî di vekirina pêşangehê de axivî û got: “Ev cara yekem e ez beşdarî pêşangehê dibim, bi sê berheman beşdar bûm û her yek ji wan çîrokek cuda vedibêje. Yek ji tabloyên min behsa jinek dayik dike, ya duyem jî behsa reseniyê û ya dawî jî behsa şaristanî û bajarên kevnare dike.” Fatîma Elawî amaje bi wê yekê kir ku ev pêngaveke girîng e ku ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ve ji bo kişandina hunermendên nû li ser dikê hatiye avêtin û îşaret bi wê yekê kir ku ev pêngavek girîng a navendê hunermendên nû kişandina ser dikê ye.

Ev pêngav teşwîq e

Derçûya hunera plastîkê Ayşe Ugli diyar kir ku berê beşdarî pêşangehek li Helebê bûye û ev cara duyemîn e beşdarî pêşangehê dibe û wiha got: “Ev pêngav ji bo kesên jêhatî teşwîqek e ku berhemên xwe di pêşangehan de pêşkêş bikin. Ez bi çar tabloyan beşdarî pêşangehê bûm. Yek ji tabloyên min şeva heyvê ye ku aramiyê îfade dike, ya duyemîn tabloyek e ku tê de min şirîtek gelêrî ku sembola bav û kalan û rizgariya wan e, ya din payîz û mîrasa kevnar e.” Ayşe Uglî anî ziman ku wêne hunereke xweş e ku jin bi riya wê hestên xwe yên hundirîn derdixin holê.  

Giringiyê die rola jinan di hunerê de

Hevseroka Navenda Çanda Hunerê, Gulê Îshaq diyar kir ku ji 30 hunermendan 17 hunermend hatin hilbijartin û ev pêşangeh ji bo wan hat lidarxistin, yên mayî jî dê ji bo pêşangehên din bên organîzekirin û wiha got: “Me xwest ji bo hunermendê bajarê Minbic hilbijêrek nû pêşkêş bikin ku ev pêşangeh ji bo beşdarî pêşangehên din bibin bila bibe destpêkek. Teqez kir ku ev pêşangeh girîngiyê dide beşdarbûna jinan û rola wan a di hunerê de.”

Hêjayî bibîrxistinê ye wê di roja dawî ya pêşangehê ku di 8’ê Tirmehê roja Duşemê were lidarxistin de, hunermendên ku ji hemû pêkhateyan beşdar bûne wêneyên hunera  çanda mozaîka li Minbicê diafirînin, wê spasiya wan bên kirin.

NÛJINHA/MINBIC

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.