- Li Mêrdînê dema çinîna fisteqan dest pê kir û jinan berê xwe da nav baxçeyan.
Li Mêrdînê dema çinîna fisteqan dest pê kir û jinan berê xwe da nav baxçeyan. Ji komkirinê heta firotina fisteqan jin xwe di ber vî berhemî de gelekî diwestênin. Xaka Mêrdînê warê çandiniyê ye ku gelek cure heşînayî û darên zeytûn, simaq, fisteq, gûz û wekî din lê şîn dibin. Mêrdîna ku debara xwe bi cotkarî û bazirganiya wan re dike payîzî jî ew li dehl, rez û baxçeyên xwe yên fisteqan dikin xêr û bêra salê diçinin.
Seyro Abikan a 75 salî jî fisteqan diçine. Seyro dibêje, ez debara xwe bi vî rengî dikim.
Etkîn Abikan jî dibêje, “Piştî çinîna fisteqan, em hemûyan dişon, xwê dikin û bertav dikin. Em piştre jî dixin torbeyan, mehek yan jî du mehan wisa dihêlin û pişre jî difiroşin. Her serê çar salan carekê dar baş fistiqan digirin û îsal jî sala wê ya baş e.”
JINNEWS/MÊRDÎN