Li Kobanê komxebata çand û huner

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 14 Îlon 2023 - 00:15

Bi dirûşma Bi çanda xwe em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Firatê komxebatek li dar xist. Di komxebatê de mijarên jin, çand, li ser rêbertî, etîk û estetîkê hatin nîqaşkirin. Komxebat li hola meclisa herêma Firatê hate organîzekirin. 

Piştre endama rêveber a Tevgera Hîlala Zêrîn Fatme Xelîl axivî û got: "Divê em xwedî li Rêber Apo derkevin ji ‎ber ku Rêber Apo maf daye jinê. Di dirêjahiya dîrokê de jin xwedî li çanda xwe derket, bi ‎lorîkan ta roja me ya îro berdewam kir.  Jin di dirêjahiya dîrokê de xwedî li çanda xwe ya ‎kevin derket û ew ta roja me ya îro parast."‎

Fatme di dewama axaftina xwe de behsa hunermendên Kurd ên mohra xwe li dîrokê ‎daye yên weke Eyşeşan, Meryemxan û Mizgîn û Delîla kir û got: "Jina Kurd her xwedî li ‎çanda xwe derketin; bi rêya stranên xwe çanda xwe ta roja îro derket û parast. Divê em xwedî li çand û Rêberê xwe derkevin." ‎

Di komxebatê de hevseroka Desteya Aborî ya Herêma Firatê Firyaz Berkel jî li ser etîk û ‎estetîkê axivî û got: "Rêber Apo jî dibêje exlaq jî siyasetek e, gelo bêyî exlaqê dê civak çawa ‎ava bibe, bêyî exlaq civak tune ye. Ji ber vê exlaq bi xwe xweşikiya civakê ye. Xweşikî ne ‎lixwekirina cilûbergên xweşik e, xweşikiya rastîn xweşikiya mejî ye."

Komxebat bi nîqaşan bi dawî bû.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.