Li Iraqê dîsa bahoza tozê
Duşem 13 Hezîran 2022 - 21:45
- Li Iraqê careke din bahoza tozê rabû, seferên balafirxaneyan li çûn û hatinê hatin girtin.
Li Iraqê careke din bahoza tozê rabû, seferên balafirxaneyan li çûn û hatinê hatin girtin.
Li Iraqê di demên dawî de timî bahoza tozê radibe. Ji Nîsanê û vir ve ev bûn 10 car ku bahoza tozê radibe.
Doh danê siharê li Bexda û dora wê careke din bahoz rabû. Ji ber vê yekê jî seferên balafiran li balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê ji bo demekê hatin rawestandin.
Li Necefê jî ku bajarê pîroz ê Şîiyan e, balafirgeh ji ber nebaşbûna şert û mercên hewayî çend saetan hate girtin. Balafirgeh van hefteyên dawî gelek caran li seferên balafiran hatin girtin.
BEXDA