TAJÊ serdana Bexdayê kir

Sêşem 14 Gulan 2024 - 00:15

Şandeya TAJÊ serdana Bexdayê kir û têkilî vegera li Şengalê bi Wezîrê Wezareta Koç û Koberiyê Îvan Faîk Cabîro re rûnişt.

Şandeyek ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi çarçoveya xebatên kampanyaya ‘Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê’  çû serdana Bexdayê û bi Wezîra Wezareta Koç û Koçberiyê Îvan Faîk Cabiro re hevdîtin pêk anî. 

Di hevdîtinê de mijarên girtina kampên Êzidiyan ku hikûmeta Iraqê biryar dabû wê heta meha tîrmehê hemû kampên Êzidî lê ne bêne girtin, vegera Êzidiyan a Şengalê û alîkarî dayîna malbatan, êrîşên dewlet a Tirk a li ser Şengalê û bandora wê ya li ser Iraqê hatin nîqaşkirin.

Şandeya TAJÊ ji wezaretê xwest ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe û tişta ku dikeve ser milê wan pêk bînin. Wezaretê jî soz da ku wê li ser mijarên ku nîqaş kirine raweste.

Piştî hevdîtinê şandeya TAJÊ vegeriya Şengalê.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.