Sûdanî Fîdan qebûl kir

Çarşem 23 Tebax 2023 - 16:14

Serokwezîrê Iraqê li Bexdayê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê re civiya. Di civînê de Sudanî ji Tirkiyeyê xwest para avê ya Iraqê were berdan.

Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan ji pêr ve li Iraqê bû. Fîdan doh piştî nîvrojê li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Li gorî ofîsa serokwezîrtiya Iraqê, di civînê de li ser peywendiyên her du welatan hatiye axaftin û hate gotin; “Iraq ji bo guftugokirina dosyayan hemûyan, bi taybetî jî aborî, bazirganî û çareseriya qeyrana avê ya li Iraqê cidî ye. Sûdanî ji Tirkiyeyê xwest rêjeya avê ya Iraqê were berdan. Herwiha Sûdanî bal kişand ser parastina mafên Iraqê. Her du welatan li ser pêkanîna lijneyeke hevbeş ya ji bo çareserkirina pirsgirêka avê, li hev kiriye.”

Li gorî heman daxuyaniyê, Hakan Fîdan jî gotiye, ew amade ne di warên cuda de piştgiriya Iraqê bikin û ji bo çareseriya prisgirêkên di navbera her du welatan de jî Tirkiye amade ye.

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.