Dema hilbijartinan hate pejirandin

Pêncşem 9 Mijdar 2023 - 00:12

Berpirsa beşa Ragihadinê ya Komîsyona Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelaî derbarê pejirandina dema pêkanîna hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê ji medya Iraqê re axivî.

Cumane Xelaî got;“Komîsyonê karê xwe yê tomarkirina dengdêran temam kiriye, herwiha komîsyon hinek biryar jî pejirandine. Ji van sîstema dengdanê, jimartina bi dest ya dengên ji bo hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê.”

Derbarê hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê û dema hilbijartinên parlamentoya herêmê de jî Cumane got;’’Komîsyonê amadekariyên ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê ên di 18’ê Kanunê de kiriye. Di heman demê de amadekariyên ji bo hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê yên di 25’ê Sibata 2024’an de jî kiriye. Her wiha komîsyonê dema pêkanîna hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê jî pejirand.” Cumane da zanîn ku ji bo guftûgokirina hilbijartinên parlamentoya herêmê, şandek ji herêmê gihiştiye Bexdayê. Hêjayî gotinê ye Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 25’ê Sibata 2024’ê weke roja hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar kiribû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.