Xwerêveberî misogerî ye
În 4 Tebax 2023 - 13:22
Konferansa Rêveberiya Xweser a Şengalê ku li paytexta Iraqê Bexdayê bi dirûşmeya “Xwerêveberî mîsogeriya pêkhateyên Iraqê ye” hatibû destpêkirin, bi encamnameyekê bi dawî bû.
Encamnameya konferansê wiha ye:
Fermana 74’an du sedemên xwe yên sereke hebû. Ya yekem aliyên ku erka parastina Şengalê girtibûn ser xwe (PDK û artêşa Iraqê), erka xwe bi cih neanîn. Ev xiyanetek mezin bû li Êzidiyan hat kirin. Sedema duyem jî ew bû ku pêkhateya Êzidî sîstema xwerêveberî û hêzek xwe ya parastinê nebû ku bikare rûbirûyê çeteyên DAÎŞ’ê bibe. Lê di wê demê de şervanên PKK’ê û YPG’ê hatin û parastinê li Êzidiyan kirin.
Peyman dagirkerî ye
Hin hêzên navneteweyî û herêmî hikûmeta berê ya Iraqê neçar kirin ku Peyman 9’ê Cotmeha 2020’an li gel PDK’ê îmze bike. Di wê peymanê de bi tu rengî îradeya Êzidiyan li berçav nehat girtin. Armanca vê peymanê ew e ku sîstema Rêveberiya Xweser û hêzên xweparastinê nehêle. Ev jî tê wateya dubarebûna jenosîdên nû. Dewleta Tirk a dagirker, PDK û hin hêzên navneteweyî ji bo berjwendiyên xwe yên stratejîk li pişt vê peymanê ne. Ev beşeke ji stratejiya dagirkirina xaka Iraqê. Lewma ev peyman ne tenê li dijî Şengalê ye, di heman demê de li dijî serwerî û yekgirtina Iraqê ye. Civaka Êzidî gihişt wê encamê ku eger sîstema xwe ya rêveberî û hêzên xwe yên parastinê nebin, wê nikaribin xwe biparêzin. Rêveberiya Xweser a Şengalê ne tenê rêveberiyek teng a siyasî û civakî ye. Di heman demê de sîstemeke xwe parastinê ye.
Xalên Encamnameyê wiha ne:
* Li gorî bendên 116, 117, 22 û 125 ên destûrê, mafê hemû pêkhateyên Iraqê heye ku xweseriya xwe ya herêmî û nenavendî bikarbîne. Divê Parlamentoya Iraqê û hikûmeta Iraqê di çarçoveya madeyên destûra Iraqê de kar bikin, bi fermî Rêveberiya Xweser a Şengalê nasbikin û pêwîstiyên wan di çarçoveya destûrê de dabîn bikin.
* Pêkhateya Êzidî yek ji pêkhateyên sereke yên civaka Iraqê ye, parastina vê pêkhateyê yek ji erkên sereke yên hikûmeta Iraqê ye. Divê Parlamentoya Iraqê û hikûmet bi fermî vê komkujiya li dijî gelê Iraqê bi giştî û bi taybet li dijî xelkê Şengalê nas bikin.
* Berpirsên siyasî, îdarî û leşkerî yên vê qetlîamê bi taybetî berpirsên PDK’ê yên ku ji Şengalê reviyane, rê li ber komkujiyê vekirine û alîkariya DAÎŞ’ê kirine bên darizandin.
* Divê hikûmeta Iraqê Peymana 9’ê Cotmehê hilweşîne ku ne di berjewendiyên gelê Iraqê bi giştî û bi taybet gelê Êzidî de ye.
* Yek ji serkeftinên herî mezin ya Rêveberiya Xweser a Şengalê vegerandina xelkê Şengalê ji bo cih û warên wan e. Divê hikûmeta Iraqê di vegera koçber û penaberên Êzîdî ya li cih û warên xwe de hevkariya Rêveberiya Xweser a Şengalê bike.
* Bi taybet nivîskar, rewşenbîr û saziyên demokratîk dikin li dijî êrîşên hovane yên li ser Şengalê helwesteke tund nîşan bidin û piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin. Hikûmeta Iraqê divê mafên destûrî yên civaka Êzidî misoger bike. Divê Neteweyên Yekbûyî û ew welatên ku bi fermî jenosîda Êzidiyan naskirine, piştgiriya Peymana 9’ê Cotmehê nekin.”
NAVENDA NÛÇEYAN