Tirkiye bi MÎT’ê hêza xwe çêdike
Pêncşem 15 Îlon 2022 - 22:30
- Misteşarê MÎT a Tirk Hakan Fîdan di 11’ê Îlonê de bi Serokê Hevpeymaniya Serweriya Sunî Xamis Xencer re li Bexdayê civiyabû.
Parlamenterê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê ya Iraqî, Casim Bayatî diyar kir ku serdana Hakan Fîdan a Bexdayê, hewldaneke ji bo zêdekirina hegemonya Tirkiyeyê ya ser siyaseta Iraqê û avakirina hikûmeteke di berjewendiyên Tirkiyeyê de ye.
Misteşarê MÎT a Tirk Hakan Fîdan di 11’ê Îlonê de bi Serokê Hevpeymaniya Serweriya Sunî Xamis Xencer re li Bexdayê civiyabû. Herwiha Hakan Fîdan li Iraqê bi serokkomar, serokwezîrên Iraqê re û gelek rayedarên din ên Herêma Kurdistanê û Iraqê re jî civiyabû. Hevdîtina Xamis Xencer û aliyên siyasî ya bi Hakan Fîdan re bû sedena nerazîbûnan.
Parlamenterê Hevpeymaniya Dewleta Yasaya Casim Bayatî têkildarî sedema serdana Fîdan a li Iraqê ji Rojnews’ê re got, “Piştî wê komkujiya dewleta Tirk li Dihokê kir, di nava Iraqê de cih û hêza wê lawaz bû. Lewma hatina Serokê MÎT’ê û ew civîna li gel rêveberên siyasî, hewldana ji bo vegerandina hêza xwe ya li Iraqê û çêkirina hevsengiyê ye.”
Berê hîmê hikûmeta nû
Parlamenterê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Casim Bayatî got, hegenomiya Tirkiyeyê li ser Iraqê bihêz e û her yek ji Hevpeymaniya Serwer û PDK’ê di çarçoveya siyaseta Tirkiyeyê de ne: “Ji ber bombebaran û destdirêjiya Tirkiyeyê Iraq beşek mezin û giring a serweriya xwe ji dest daye. Serdana Serokê MÎT’ê Hakan Fîdan û hevdîtina li gel Xencer û beşek ji rêveberên siyasî ji bo armanca danîna berê hîmê hikûmeta nû bû.”
ROJNEWS/BEXDA