Li Hemedanê jinek hate qetilkirin

Nûçeyên Jin

Çarşem 20 Cotmeh 2021 - 01:56

  • Jina Kurd Leyla Şekîba ku xelkê Sine ye û li Hemedanê dima, ji aliyê mêrê xwe ve hate kuştin. 

Jina Kurd Leyla Şekîba ku xelkê Sine ye û li Hemedanê dima, ji aliyê mêrê xwe ve hate kuştin. 

Leyla Şekîba ya 39 salî dayika 2 zarokan bû. Ji aliyê Behram Bextiyarî ve ku pê re zewicîbû, hate kuştin. Tê gotin ku di navbera her duyan de demek dirêj nakokî hebûye û Leyla Şekîba gelek caran bi şîdetê re rû bi rû maye.

Çavkaniyên nêzîkê cihê bûyerê piştrast dikin ku pêr bavê Leyla mêvanê wan bûye û piştî diçe hema vê şevê, di navbera Bextiyarî û Leyla de nîqaş derdikeve. Piştê ku nîqaş mezin dibe Bextiyarî Leyla dide ber kêran û wê qetil dike.

18 jin hatine kuştin

Li gorî daneyên çalakvanên mafê jinan, ji bihara îsal heya niha bi qetilkirina Leyla Şekîba ve dibe 18 bûyerên bi vî rengî li Rojhilatê Kurdistanê.

SINE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.