Li Elmanyayê derhênerên jin bi ser ketin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 6 Gulan 2024 - 00:43

Xelata Filman a Elmanyayê di warê sînema û hunerê de merasîma xelatê ya herî girîng a Elmanyayê ye, êvara Înê li paytext Berlînê merasîma xelatdayînê hat lidarxistin û xelatgir hatin eşkerekirin. Di merasîma xelatdayînê de derhênerên jin ên Kurd mohra xwe li merasîmê dan. Filmên ku ji aliyê derhênerên sînemayê Ayşe Polat, Soleen Yûsef û Mîlena Aboyan ve hatine çêkirin gelek xelat girtin.

Filma “Im toten Winkel” a derhêneriya wê Ayşe Polat a ji Meletiyê kir sê xelat wergirtin. Film xelatên "Produksiyona herî baş", "Derhêneriya herî baş" û "Senaryoya herî baş" wergirt. Çêkerê film Mehmet Aktaş ji Mîtos Film e, derhêner û senarîst jî Ayşe Polat e. Polat ku êvara Înê li Berlînê ev xelat qebûl kir, xelata xwe diyarî "hemû jinên ku ji bo edalet û azadiyê bi lehengî têdikoşin" kir. "Li Noqteya Kor" filmekî siyasî ye. Di filma ku dîmenên wê li Qersê hatine girtin de qala JÎTEM’a ku Kurd direvîne û dikuje dike. Di film de dayikeke Kurd a ku kurê wê ji aliyê dewletê ve hatiye revandin û windakirin, cih digire.

Xelat diyariyê Yılmaz Guney kirin

Mehmet Aktaş ji ber ku projeyekê li Kurdistanê bû, tevî merasîmê nebû peyamek nivîskî şand. Ji Mîtos Film Roj Haco xelata Aktaş wergirt û peyama nivîskî xwend. Aktaş diyar kir ku wî xelata Lola ya ku wergirtiye diyarî Yilmaz Guney dike û wiha got: "Ez xelata Lola diyarî Yilmaz Guney dikim. Ew mamoste û rêberê min e. Wî bi film û jiyana xwe min bi cîhana sînemayê da naskirin." Ev gotinên Mehmet Aktaş li salonê bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin.

Filma zarokan a herî baş; Sieger Sein 

Di merasîma Xelata Filman a Elmanyayê de, filma "Sieger Sein" (Serkeftin) wek "Filma herî baş a zarokan" hat hilbijartin. Derhêner û senarîstê film Soleen Yûsef ji Duhokê ye. Lîstikvanên sereke yên filma ku ji aliyê Sonja Schmitt, Christoph Daniel û Marc Schmidheiny ve hatiye çêkirin ev in: Jacqueline Rietz, Liza Stutzky, Dileyla Agirman û Andreas Dohler. Di film de Mona tevî malbata xwe ya Kurd ji Sûriyeyê direve. Malbat li Berlînê bi cih dibe. Mona tevlî tîma futbolê ya dibistanê dibe û dibe golparêz. Mona ku xaltîka wê şervaneke YPJ'ê ye, bi fikirîna li ser wê ji rewşa nebaş a sirgûnê rizgar dibe. Tîma dibistanê bi saya ruhê şerkeriya Mona beşdarî tûrnûvayekê dibe û tûrnûvayê bi dest dixe. Sieger Sein ku li cîhanê beşdarî gelek festîvalan bûye, herî dawî hefteya borî di 1’emîn Festîvala Filmên Kurd a Dusseldorfê de hat nîşandan.

‘Elaha’ jî du xelat wergirtin

Filma “Elaha” ya derhêner Mîlena Aboyan jî du xelat wergirtin. "Elaha" xelata "Baştirîn Berhem" (Matthias Greving) û “serlîstikvana jin a herî baş” (Miss Layla) wergirt. Senaryoya film ji aliyê Mîlena Aboyan û Constantin Hatz ve hatiye nivîsandin. Film çîroka Elaha ya 22 salî vedibêje. Li gorî vê yekê, Elaha destgirtî dibe. Her ku dawet nêzîk dibe, ew bi hêviyên derdora xwe re rû bi rû dimîne. Ew di navbera evîna xwe ya bê şert û merc a ji bo malbata xwe û xwesteka wî ya ku jiyana xwe diyar bike de diqete. Film jineke ciwan ku xwe bi hêz dike û bedena xwe kontrol dike, nîşan dide.

Xelata Filman a Elmanyayê ji sala 1951’ê ve tê dayîn û di sînemaya Elmanyayê de wek xelata herî bi prestîj tê dîtin.

ANF/BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.