Li dijî tundiyê xweparastin girîng e
În 22 Mijdar 2024 - 02:50
ROZA METÎNA / AMED
Aktivîsta TJA’yê Arzû Karaman têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê da zanîn 25’ê Mijdarê têkoşîna xwişkên Mîrabel a li dijî faşîzmê ye û wiha got:” Di têkoşîna li dijî tundiyê û faşîzmê de xweparastin cihekî girîng digire. Bi awayekî hevpar encax em bikaribin li dijî tundiyê bisekinin û mafên xwe biparêzin.”
Ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê rojên hindik man. Jin bi vê munasebetê xebat û çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê dewam dikin û li qadan li dijî tundiya li ser jinan dengê xwe bilind dikin.
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad Arzû Karaman têkildarî 25’ê Mijdarê, tundiya li ser jinan tê kirin, têkoşîna li dijî tundiyê û xebatên ku dikin nirxandin kir.
Li dijî tundiyê xweparastin girîng e
Arzû Karaman da zanîn ew wekî TJA’yê li dijî tundiyê têkoşîna xwe mezin dikin û wiha got:”25’ê Mijdarê têkoşîna xwişkên Mîrabel a li dijî faşîzmê ye. Ji salên xwişkên Mîrabel hatine qetilkirin heta niha tundî kêm nebûye. Niha em dikarin bibêjin hîn zêde bûye. Heta gihaştiye asteke hovane. Zihniyeta mêr dewletê jinan qetil dike, tundiyê li jinan dike. Lê li dijî vê yekê em wekî jinên TJA’yê têkoşîneke mezin didin. Em rêxistinbûyin û hişmendiya xwe ava dikin û li dijî tundiyê li berxwe didin. Di têkoşîna li dijî tundiyê û faşîzmê de xweparastin cihekî girîng digire. Bi awayekî hevpar encax em bikaribin li dijî tundiyê bisekinin û mafên xwe biparêzin.”
Qeyûm rêbazeke tundiyê ye
Arzû Karaman bal bir ser tayinkirina qeyûman û da zanîn tayinkriina qeyûman jî rêbazeke tundiyê ye. Arzû Karaman wiha dewam kir:”Niha li Kurdistanê ev sê serdem in qeyûm tên tayinkirin. Ev jî rêbazeke tundiya li ser jin û civakê ye. Li vir nenaskirina îradeya jinan û Gelê Kurd heye. Li vir nenaskirina mafê çûyina ser sindoqan heye. Loma em qeyûman wekî xespê jî pênase dikin. Qeyûm di destpêkê de destkeftiyên jinan dike hedef. Çand, huner, ziman û nasnameya jinan dike hedef. Qeyûman saziyên jinan girtin û mêr tayînî saziyên jinan kirin. Ev jî polîtîkayên dijminatiyê ne. Em jî tu carî dizî û xespa qeyûman qebûl nakin. Qeyûm pergala hevserokatiyê ya ku bi têkoşîneke mezin hatiye bidestxistin jî kir hedef.”
Polîtîkayên şerê taybet
Arzû Karaman bal bir ser polîtîkayên şerê taybet û wiha pê de çû:”Di heman demê de ev salên dirêj in polîtîkayên şerê taybet li herêmên Kurdistanê pêk tên. Bi van politikayana dîsa jin dibin hedef. Civakek exlaqî û polîtîk a ku jin pêşengiya wê dikin bi vî rengî dibe hedef. Di şexsê jinê de dixwazin civakeke bêexlaq biafirînin. Sîstema heyî vê yekê jî bi hişbir, fuhuş ên ku perçeyekî polîtîkayên şerê taybet in dixwaze pêk bîne. Bi taybet jî bi zaneyî ciwan dibin hedef. Dixwazin bi vî rengî civakê bixin.”
Divê jin li qadên rêxistinkirî bin
Arzû Karaman bi lêv kir ku êrişek li ser zimanê dayikê heye û wiha dewam kir:”Niha êrişeke mezin li dijî zimanê Kurdî jî heye. Ev jî teşeyekî tundiya li ser jin û civakê ye. Di pêşketina ziman de rola jinan girîng e. Loma jî bi taybet êrişî jinan dikin. Lê dijî van êrişana divê jin serî netewînin û li qadên rêxistinkirî cihê xwe bigirin. Wê bi vî rengî nikaribin gavê bi me paş de bidin avêtin. Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dewletê em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”
Wê ji bo Rojîn û Narînê bimeşin
Arzû Karaman herî dawî bal kişand ser xebatên ku wekî TJA’yê dikin û wiha got:”Me wekî TJA’yê di 6’ê Mijdarê de starta xwe ya 25’ê Mijdarê da. Em li ser hinek xalên girîng kûr bûn û me xebatên xwe dan destpêkirin. Bi taybet bi vê çarçoveyê me li Amed û derdora wê atolyeyên şerê taybet li dar xistin. Her wiha me atolyeyên Jineolojiyê jî li dar xist. Wexta me ev atolye li dar xistin me wekî jin fêhm kir ku çiqasî pêdiviya me ji perwerdeyê heye. Ji bo jin di xweparastinê de pêş bixin û ji bo hişmendiya jinê pêş bikeve ev xebat girîng in. Ji bo Narîn Guran, Gulistan Doku, Rojîn Kabaîş û jinên din ên tundî dîtine û hatine qetilkirin em ê bimeşin. Em li qadan bi jinan re tên gel hevdu.”