Li dijî melayan îftîraname

Duşem 3 Çile 2022 - 22:15

  • Parêzer Firat Epozdemîr: Dozname, dozname nîne îftîraname ye. Divê desthilata siyasî daxuyaniyan nede. Em ê giliyê van kesan bikin ên ku hewl dan bi daxuyaniyên xwe bandorê li pêvajoya dadgehkirinê bikin û em ê giliyê çapameniya alîgir jî bikin.

FERHAT ÇELÎK / MA / STENBOL

Parêzer Firat Epozdemîr, doznameya derbarê endamên DÎAYDER’ê de weke “îftîraname” bi nav kir û got, ew ê giliyê çapameniya Tirk a alîgirê hikûmetê bikin ji ber ku bandor li pêvajoya dadgehkirinê dike. 

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de di 3’ê Tîrmeha 2021’ê de 28 endamên Komeleya Piştevanî û Piştgiriya Alimên Olî (DÎAYDER) hatibûn binçavkirin. Piştî wê bi 7 rojan ji wan, Alî Fûat Hatîp, Aydin Ayhan, Enver Karabey, Mehmet Înan, Mehmet Emîn Aslan, Nezîr Erdemcî, Ekrem Baran, Hafîk Tûnç û Sefa Mehmetoglû hatibûn girtin û 17´ên din jî hatibûn berdan. 

Piştî bi 6 mehan, derbarê 23 kesan de dozname hat amadekirin û di doznameyê de sûcdariya “endamtiya rêxistinê” û “bi zanebûn û xwestin alîkariya rêxistinê” dixin stûyê endamên DÎAYDER’ê. Dadgeha Cezaya Giran a Stenbole ya 14´an dozname qebûl kir. Danişîna yekê ya dozê jî di navbera 18 û 21’ê Sibatê de wê çêbe. 
 
Di doznameyê de çi heye?

Di doznameyê de hatiye îdîakirin ku xutbeya seydayan a bi Kurdî ne zaravayê “herêmî” ye û gotinên “Civak, Bawermend, Hêja, Jiyan, Henber, Rûmet, Taybet” jî  “gotinên rêxistinê” ne; ev gotinên Kurmanciyê weke sûc hatine qebûlkirin. Dozname beriya ku pêşkêşî dadgehê bê kirin, bi çapemeniya alîgir re hat parvekirin. Piştî vê, Wezareta Karên Hundir, bi hinceta endamên komeleyê yên li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dixebitin, derbarê şaredariyê de lêpirsîn da destpêkirin. 

Xwe li Kurdî ranagirin 

Ji parêzerên dosyayê, Parêzer Firat Epozdemîr, dozname nirxand û diyar kir ku di doznameyê de xweranegirtina li Kurdî heye: “Em matmayî man.

Dîsa doznameyeke ku nikare bibêje, gelê Kurd li ber destê me ye. Li şûna gelê Kurd gotiye, ‘gelê herêmê’. Ev li aliyekî. Xweranegirtina li Kurdî bi awayekî zelal li holê ye. Di ser vê re xebitandina seydeyan a li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî li dijî şaredariyê kirine dosya. Ev yek ji xetayên xeternak ê desthilata siyasî ya heta îro ye. Bi qebûlkirina doznameyê re ji aliyê tevahiya civakê ve hat ferqkirin ku wiha nîne.”
 
Qels dibe û 82 saliyan dadgeh dike

Di dewamê de Firat Epozdemîr got, di ser seydayan re li dijî Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû operasyonek tê kirin: “Di nav AKP’ê de hin olê di bin kontrola xwe de dizanin. Nabe ku îslam bikeve bin kontrola welat, partî û nijadekê. Ji ber ku dizane qels dibe, AKP seydayên 82 salî dadgeh dike. Tişta ku tê kirin ji agahiyên îstixbarî wêdetir, ne tiştekî din e. Agahiyên îstixbarî bi tena serê xwe ji bo hiqûqê ne lê ne. Weke hiqûqnasekî, ez vê nêzikatiyê qet qebûl nakim. Di hêla hiqûqê de ne rast e ku kes bi agahiyên îstîxbarî bên girtin. Kî qeyda sicîla edlî dide? Wezareta Edaletê. Ji bilî vê, em derxistin û girtina kar a bi agahiyên îstîxbarî rast nabînin.”
 
Giliyê wezîr û çapemeniya wî dikin

Epozdemîr got, dozname li dijî hiqûqê ye û bi vê doznameyê desthilatê das li çoka xwe xistiye: “Dozname, dozname nîne îftîraname ye. Ev ji îftîra û neweyiyan û  wêdetir, ne tiştekî din e. Em rast nabînin berî derketina doznameyê rayedarên payebilind ên desthilatê derbarê dosyayê de daxuyaniyan bidin. Piştî ku derkeve jî şirovekirina wan ne rast e. Ev hewldana bandorkirina li ser dadgehkirinê ye. Ev rewşeke asteng a ser azadiya ramanê ye û bandor li bêalîbûn û serxwebûna dadgehan dike. Ji ber vê, divê desthilata siyasî daxuyaniyên bi vî rengî nede. Em ê giliyê wan kesan bikin ên ku hewl dan bi daxuyaniyên xwe bandorê li pêvajoya dadgehkirinê bikin û em ê giliyê çapameniya alîgir jî bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.