Nêçîrvanên hingiv û şerê mêşan

Nûçeyên Cîhan

Duşem 30 Gulan 2022 - 22:24

  • Di nav daristanên Nepalê yên li nêzîkî Çînê de hin êl û eşîrên ku bi hingivê mêşan debara xwe dikin, hene.

Di nav daristanên Nepalê yên li nêzîkî Çînê de hin êl û eşîrên ku bi hingivê mêşan debara xwe dikin, hene. Ew di heman demê de bi navê “Nêçîrvanên hingiv” jî tên nasîn. Hingivê ku lê digerin, ji hêla mêşên herî mezin ên dinyayê ve tê çêkirin. Ji lewma jî karê dikin, karekî bi tehlûke ye. Hin kewarên ku mêşan çêkirine, weke nêçîrvanên xwe mezin in û li ciyên asê ne. Her wiha ev mêşên hingiv, dema bi yekî vedin, tesîra wan zêde ye û mirovan ditevizînin. 

Nêçîrvanên hingiv bi rotên di destên wan de û pêlekanên ku ji werîs çêkirine, xwe digihînin kewarên wan û vê tehlûkeyê didin ber çavan. Dema kewar hildiweşin, her der dibe toz û dûman. Wênegir Eric Seidner ev wêneyê bêhempa di wê kêliya nêçîra hingiv de qefaltiye.

NEPAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.