Siyaset li Iraqê bi temamî xitimî
Pêncşem 24 Adar 2022 - 22:56
- Parlamenterekî partiya Dewleta Yasa, da zanîn ku heger hikûmet di encama hevpeyamana 3 aliyan de pêk were, wê binketî be û ew ê jî weke mixalefet bimînin.
Parlamenterekî partiya Dewleta Yasa, da zanîn ku heger hikûmet di encama hevpeyamana 3 aliyan de pêk were, wê binketî be û ew ê jî weke mixalefet bimînin. Parlamenterekî Hevpeymana Fetih jî got; “Em tevlî civîna parlamentoyê nabin.”
Doh Hevpeymana Serwerî ya Sune, PDK û Tevgera Sedr lihevkirineke nû a bi navê ‘Hevpeymaniya Rizgariya Nîştimanî’ li ser namzetên serokwezîr û serokkomarên Iraqê pêk anîn. Li gorî lihevkirina her 3 aliyan, Rêber Ehmed ê PDK’yê namzetê serokkomariyê û Mihemed Cehfer Sedr jî namzetê serokwezîriyê ye.
Parlamenterê Dewleta Yasa, Eqîl Fetlawî derbarê lihevkirina her sê aliyan de got; “Heger hikûmet di encama her 3 hevpeymanan de were avakirin, ew hikûmet bi bin ketiye û wê dewam neke.”
Derbarê heman mijarê de parlamenterê Hevpeymana Fetih, Ebas Zamlî jî got; “Proseya siyasî a niha, gelek metirsî ye, amadebûna me ya ji bo civîna hilbijartina serokkomariyê jî zehmet e. Çarçoveya Hemahengî û hemû aliyên bi wan re jî wê tevlî civîna parlamenê nebin. Ji ber ku hejmara qanûnî wê temam nebe, civîn jî wê pêk neyê. Eniya Sedr bi tena serê xwe israr dike civîn pêk were.”
Çav li rê ye 26’ê Adarê Parlemena Iraqê ji bo hilbijartina serokkomarê nû bicive.
ROJNEWS/BEXDA