Ne heqîqet e jeostratejîk e

În 13 Gulan 2022 - 21:18

  • Kemal Çomanî: Dewleta Tirk gav bi gav êrişên xwe her sal zêde kirin, diyar e ev jî taktîkek bûye. Cihê bextxweşiyê ye ku gelê Başûr bi temamî li dijî êrişa dewleta Tirk e. Ji bo belavkirina agahdarî û hişyariyan medyaya dijîtal bi kar tîne. 

Di çapemeniya Elmanyayê de êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê, hema hema hîç nayê dîtin. Helwêsta ragihandina Başûr qismek jî alîgirê dagirkeriyê, qismek jî şêlû ye. Beşê serbixwe jî xwe di ragihandina rûniştî de nikare bide bihîstin û dîtin. Li ser van mijarên em bi pisporên mijara ragihandinê û rojnamevan Kemal Çomanî, Dastan Jasim û Kerem Schamberger re peyivîn.

Li gorî Kemal Çomanî, helwêsta xelkê Başûr cihê kêfxweşiyê ye û ev helwêst serê pêşî xwe di medyaya dijîtal de dide der. Herçî rola rojnamevanên serbixwe ye jî ew girîng dinirxîne û dixwaze, helwêsta xwe li dijî erişkariya dewleta Tirk nîşan bidin. Lêkoler Dastan Jasim jî difikire ku li pişta nedîtina dagirkeriya Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê cotstandartên welatên rojava û nijadperestiyeke tenik jî hene. Lê esasê meselê siyaseta ragihandinê ya ji bo rewanîşandana hin şeran û firotina sîlehan e. 

Kerem Schamberger teza xwe ya doktorayê beriya çendekê li ser ragihandina Tevgera Azadiya Kurdistanê nivîsandibû. Ew di heman demê de siyasetvan û aktîvîste jî. Ew difikire ku yek ji sedemên pirsgirêk ên ku dike ku ragihandina Elmanyayê xwe li "şerê êrişê" yê dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê kerr bike, ew e ku "çapemenî û ragihandina Elman hîna jî çavkaniyên dewleta Tirk weke çavkaniyên cidî û mirov dikare xwe bispêre wan dibînin. Gava hikûmeta Tirk, Fermandariya Giştî ya Tirk daxuyaniyekê didin, bi pirranî ev daxuyanî weke xwe, ji ber tên girtin. Me ev dît gava ku di duşema Hêkesorkê de artêşa Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê şerê êrişê da destpêkirin. Di çapemeniya Elman de gava behsa meseleyê hat kirin, li her derî dihat nivîsîn û gotin, êrişî çeperên terorê hatiye kirin, êriş li dijî çeperên PKK´ê ye. Di çapemeniya mezin a Elman de jî di sernivîsê de jî peyva "terorê" hebû û helbet ev dîtîna meselê ya aliyê Tirk bû.

Bi gotinên aliyê Tirk behs dikin

Dr. Schamberger vê rewşê li ber nûçeyên elaqedarî şerê li Ukraynayê jî digire û dibêje, "Mesela ka em wisa hizr bikin, bêyî ku bixin berlêpirsînê em bi gotinên aliyê dewleta Rûs, behsa meselê bikin. Ma ne ew dibêjin, ev ‘paqijkirina ji naziyan e’, ev ‘operasyoneke taybet e’ û tiştên welê. Lê çapemeniya Elman bi gotinên aliyê Rûs behsa meseleyê nake, ji ber ku beriya her tiştî ev şerekî êrişê ye. Lê gava mesele Tirkiye ye, ev tê kirin. Tirkiye endama NATO´yê ye. Ji ber vê jî bi gotinên aliyê Tirk behsa şer tê kirin û bi awirekî rexnegir, li daxuyaniyên wê nanihêrin."

Jeostratejî ji rastiyê muhimtir e

Lê çima? Li gorî Kerem Schamberger ev "meseleyeke jeostratejîk e". Yanî: "Rûsya dijber e û ji ber wê jî bi awayekî xwezayî nûçeyên ew dide, dikevin ber lêpirsîneke rexnegir. Lê Tirkiye hevkarekî nêz ê NATO´yê ye. Û ez wiha hizir dikim ku dewleta Tirk bi zanîn û qest niha ev êriş di siya şerê Ukrayna û Rûsyayê de da destpêkirin. Ha di bin siya vî şerî de hindik nûçe tên çêkirin li ser wê yekê ka dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê di şerê xwe yê êrişê de çi dike. Ev jî şerekî êrişê yê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û serweriya Iraqê ya li ser erdê wê jî binpê dike." 

Kerem Shamberger wekî din behsa faktora nebûna nûçegihanan li cihê cih jî dike û dibêje, ji ber wê saziyên ragihandinê, "çavkaniyên dewletê bêyî ku bixe ber lêpirsînê, û diweşîne, yanî dibêje, temam, tişta ku artêşa Tirk weşandiye, divê rast be."

Bi ya Dr. Schamberger, "ji ber ku çavkaniyên Kurd ên weke Civaka Azad, Kurdistan Report, ANF û yên din, wek girêdayî rêxistineke qedexekirî tên dîtin, zêde cidî nayên girtin." Li gorî wî, "Elaqeya vê li aliyekî bi tohmeta terorê re heye û li aliyê din jî bi nezanînê re heye; ev nezanîn çi ye? Redaksiyon dibêjin, yan em ê bi xwe nûçeyê çêkin, yan jî hîç çênakin."

Cotstandartî û nijadperestî

Pispora meselê û lêkolera mêvan li Zanîngeha Emerîkî ya li Iraqê-Silêmaniyê Dastan Jasim difikire ku cotstandartî û nijadperestî jî bi rola xwe radibin: "Li aliyekî ev cotstandartiyê nîşan dide, li aliyê din jî nijadperestiyeke tenik heye. Niha mohra medenîbûyî li Ukraynayê dixin. Lê belê, esas ya ku vê rewşê derdixe holê, siyaseteke çapemenî û ragihandinê ye ya ku bi armanca rewakirina hin şer û firotinên sîlehan tê çêkirin.

Mînakek, mijara dronên Bayraktar e. Sermeselê, em dibînin ku li ser wê stran tên gotin û di çapemeniyê de jî pesnê wê tê dayîn ka çi qasî ev tişt modern û bikêrhatî ye û birêvebirina şerî wê biguherîne. Lê di van nûçeyan de behsa wê nayê kirin ka li Kurdistanê, Ermenistanê û Etiyopyayê jî çiqas mirovên bêguneh û sivîl tên kuştin. Elaqeya van nûçeyan bi wê re heye ku xelkekî diyar ji bo van bazaran bê hazirkirin. Ji bo siyasetên heyî zemînê çêdikin. Yanî da ku, gava hikûmeta federal a Elman sîlehan bifiroşe, ew vê xirab nebînin, baş bibînin, ev siyaseta ragihandinê tê meşandin." 

Ragihandina alternatîf xuya nake

Lê çima li derveyî ragihandina dewletê û ya belav, dengê ragihandina alternatîf nayê bihîstin. Bi ya Dastan Jasimê, "Ragihandina alternatîf, di meseleya dewamkirina weşana xwe de di warê aborî de xwedî gelek zehmetiyan in. Ji ber wê dengê wan her kêmtir tê bihîstin. Meseleyeke din jî ji bo wan nûçegihanên li derveyî Elmanyayê ne. Ew bêhtir li nava Elmanyayê li ser mijarên li nava Elmanyayê dixebitin û nûçeyan diweşînin. Gava mijar navneteweyî û derveyî Elmanyayê ye, ji bo wan zehmet, bi tehlûke û buha ye."

Me pirsa tehlûkeyê jê kir, wê jî wiha li me vegerand: "Em di mînaka Marlene [Forster] û Matej [Kavčič] de dibînin. Ew weke rojnamevan li Şengalê bûn, hatin girtin, di hepsê de ne. Lê derfetên wan ên weke dema Deniz Yucel ketibû hepsê, nînin. Û ji hefteyan ve di hepsê de ne, ne kes behsa wê dike û ne jî kes bi taybetî serê xwe ji wan diêşîne."

Ew wekî din balê dibe ser helwêsta PDK´ê jî û dibêje, desthilata heyî, nahêle rojnamevan biçin Behdînanê û şerî bişopînin.

Piştevaniya dewleta Tirk dikin

Nivîskarê me, rojnamevanê serbixwe û lêkoler Kemal Çomanî li ser bêdengiya ragihandina dinyayê dibêje, "Dewleta Tirk li dijî hêzeke çekdarî şer dike û qismek ji wê ragihandinê û sîstema navneteweyî wê hêza çekdar weke terorîst bi nav dike. Ji ber wê jî çi yekser û çi ne yekser, piştevaniya dewleta Tirk dikin. Sedem, wekî din qismî ji ber wê ye ku ne li Başûrê Kurdistanê û ne jî li Iraqê, aliyên fermî li dijî êrişên dewleta Tirk dengê xwe zêde bilind nekirine. Û aliyekî din jî ew e ku hêzeke Başûrê Kurdistanê, PDK beşdar e di van êrişan de." 

Bi ya Kemal Çomanî, çapemeniya rojavayî gava li Kurdistanê dinihêre, difikire ku “li herêmê ji xwe timî şer û alozî hebûye, tiştekî nû nîne. Ev di heman demê de beşeke ji navend Ewrûpîbûna ragihandina rojavayî." 

Hêdî hêdî qir dike

Kemal Çomanî difikire, heger dewleta Tirk bi yek carê, di nava salekê de ev êriş û sûcên xwe yên çend salan bikirana wê rewş guhertîbûya:

"Ev çend sal in dewleta Tirk êriş dike. Di nava van salan de gelek welatî hatin kuştin, bi sedan gund hatin valakirin, bi hezaran donim zewî û erd hatin şewitandin. Lê heger ev êriş û ziyan hemû di nava salekê de biqewimiyane, wê tesîra wê zêdetir bûya li ragihandina dinyayê de jî.

Diyar e ku ev gav bi gav kirina êrişan jî taktîkek bûye."

Helwêsta xelkê cihê şanaziyê ye

Li gorî Kemal Çomanî, "Beşek ji ragihandina Başûr ya PDK´ê ye, û mixabin ev beşeke mezin e jî. Ev beş, heger piştevaniya dewleta Tirk neke jî, dijberiya wê hîç nake. Lê bi pirranî destekê dide aliyê Tirk. Heta ji PKK´ê re dibêjin, terorîst."

Ji bo fêmkirina helwêsta xelkê Başûr ew vê pêşniyazê dike: "Çêtir e mirov berê xwe bide medyaya dijîtal. Cihê bextxweşiyê ye ku gelê Başûr bi temamî li dijî êrişa dewleta Tirk e. Ji bo belavkirina agahdarî û hişyariyan medyaya dijîtal bi kar tîne. Mixabin ji ber ku halê hazir rêveberiyeke otorîter û gendel kontrola tevahiya aborî, civak, siyaset, ragihandinê û peywendiyên navdewletî kiriye, li Başûr çi rûdabe jî nûneratiya raya gelê Başûrê Kurdistanê nake."    

Rola rojnamevanên serbixwe

Lê rojnamevanên serbixwe dikarin çi bikin. Kemal Çomanî wiha li me vegerand: "Kesên weke min ku rojnamevanên serbixwe ne, lê her wiha pirraniya xelkê Kurdistanê jî dikarin agahiyan belav bikin. Dikarin platformên xwe bi kar bînin. Lê mixabin me nekarî weke pêwîst bi vê dewrê rabin. Lewma pirraniya dahat û çavkaniyên darayî di destê desthilatê de ne. Û destûrê nadin ku şirket, dezgehên din, xelkê azadîxwaz yan jî tevgereke azadiyê piştgiriya ragihandina azad bike. Ji ber wê jî, hinekî zehmet e. Lê belê divê em gelekî behsê bikin, nûçeyan, agahiyan belav bikin, û helwêstê nîşan bidin. Bi ya min ev helwêst hebû, û hat nîşandan. Gelê Başûr jî karî helwêsteke baş beramberî êrişa dewleta Tirk nîşan bide."  

LUQMAN GULDIVÊ  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.