Serketina Rojava milkê Kurdistanê ye
Duşem 27 Çile 2025 - 02:55
Siyasetmedar Kamûran Berwarî bal kişand ser astengiyên pêşiya yekîtiya netewî û got: “Divê hemû hêz û aliyên siyasî zêdetir piştgiriya xwe ji bo Rojava nîşan bidin. Serketina Rojava milkê hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê û hêzên demokrasîxwazan e.”
Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û siyasetmedarê Kurd ê naskirî Dr. Kamûran Berwarî têkildarî yekîtiya Kurd û astengiyên pêşiya yekîtiya neteweyî, dîsa helwesta aliyên siyasî û taybet a PDK'ê ya li hember Rojava nirxand.
Kamûran Berwarî da zanîn ku Kurd xwedî felsefe ye û xwedî projeya Konfederalîzma Demokratîk a taybet bi Kurd û Kurdistanê ye û got: “Xwedî plan e ji bo her çar parçeyên Kurdistanê. Heman demê xwedî plan û projeye ne tenê ji bo Rojhilata Navîn belkû ji bo cîhanê heye.”
Endamê KNK’ê Kamûran Berwarî qala sedemên pêknehatina yekîtiya netewî kir û ev anî ziman: “Eger ku heta niha yekîtiya netewî pêk nehatiye sedemê xwe ji wê yekê digire ku hinek aliyên siyasî li gel dewleta Tirk in. Tevlî ti kongre û civînên ji bo yekîtiyê nabin. Nimûne; sala 2014’an bi hevkariya Birêz Abdullah Ocalan, Mam Celal Talebanî û Mesûd Barzanî civînek hate kirin, lê bê encam ma. Tirkiye û Îran, dîsa hinek aliyên din nehêlan yekîtî û yekrêziya Kurdan pêk bê. Ji bo wê DAIŞ hate avakirin û berê wan dan Kurdan. Eger ku wê demê yekîtî pêk bihatibûna, wê herêmên dikevin madeya 140 ji dest derneketiban.”
Kamûran Berwarî bal kişnad ser helwesta PDK û ENKS’ê ya ji bo yekîtiya netewî û ev nirxnadin kir: “Helwesta PDK û ENKS’ê ya ji bo yekîtiya netewî heta niha erênî nebûye. Bi qasî piştgirî dide Tirkiye û çeteyên ku li dijî Kurdan şer dikin, ewqasî piştgirî nade Kurdan. Eger ku li gel Tirkiye ji bo tinekirina Tevgera Azadî ya gelê Kurd li hev bikin, ew nikarin qala yekîtiyê bikin.”
Kamûran Berwarî qala Rojavayê Kurdistanê û têkoşîna tê kirin jî kir û got: “Em hemû hê jî li ber Rojava xemsar nêzîk dibin. Divê hemû hêz û aliyên siyasî zêdetir piştgiriya xwe ji bo Rojava nîşan bidin. Tiştê ji destan bê bikin. Serketina Rojava milkê hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê û hêzên demokrasîxwazan e.”
Kamûran Berwarî diyar kir ku weke kesayet û gelê Başûr li beramberî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê xwedî helwest in û got: "Mixabin desthilata Başûrê Kurdistanê ji sala 2011’an ve heta niha li hember guherînên li herêmê, helwestên niştîmanî, mirovî, siyasî nîşan nedaye."
Herî dawî Kamûran Berwarî ev peyam da: “Pêwîst e Hikûmeta Başûrê Kurdistanê deriyê Pîş Xabûr ku sala 2011’an vekiribûna, yekîtiyeke niştîmanî, aborî, leşkerî li gel Rojava de ava bikiribûna, wê demê digihiştin ser derya sor. Tişta herî xirab ewe ku heta niha biryar parlementoya herêma Kurdistanê ya piştgirîkirina Rojavayê Kurdistanê nehatiye bicihanîn.”
ROJNEWS-DIHOK