Em ê şopdarê dozê bin

Şemî 15 Mijdar 2025 - 03:20

Jinan der barê komkujiya li Dîlovasi pêk hatiye axivîn û diyar kirin ku ew di hişmendiya şertên binpêkirinê de ne û wê  şodparê vê dozê bin. 

Li navçeya Dîlovasiyê ya Kocaeliyê di şewata febrîqeya kozmetîkê de sê jê zarok 6 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. 7 kes jî birîndar bûn. Serdozgeriya Komarê ya Gebzeyê têkildarî şewatê di 8’ê Mijdarê de lêpirsîn da destpêkirin û 11 kes hatin binçavkirin. Ji van 7 kes hatin girtin.

Jin bi hev re xurt in (KBG) li Taksîm Tunelê ji bo  jin û zarokên li Dîlovasi jiyana xwe ji dest dabûn çalakî pêk anîn. Piştî çalakiyê ji KBG’ê Melîke Tahmaz û Gulyeter Aktepe  axivîn. 

Melîke Tahmaz da zanîn ku wê şopdarê komkujiya li Dîlovasi hatiye jiyîn bin û wiha got: “Em li dijî cînayetên kar, bêewlehiya jinan, pergala ku zarokan ber bi sûc ve dibe, negirtina tedbîrên mirinên zarokan, karkeriya zarokan, mahkumkirina karkeriya erzan a di MESEM’an de, hatin gel hev. Em ê şodparê vê dozê bin.” 

Gulyeter Aktepe destnîşan kir ku tevgera jinan her tim li dijî qetilkirinên karkerên jin dengê xwe bilid kirine û wiha anî ziman: “Em dizanin ku pergala ku karkerên jin qetil dike, şert û mercên xebatê yên nebaş ferz dike kapîtalîzm û patriyarkal e. Hem zarokên keç ji dibistanê tên dûrxistin hem jî zarokên karker di MESEM’an de tên binpêkirin. Em dizanin ku ku li van deran binpêkirin, bê kontrolî û polîtîkayên malbatî hene. Em di hişmendiya şert û mercên binpêkirinê de ne. Li dijî vê têkoşîna me didome. Em ê şopdarê komkujiyê bin. Li dijî binpêkirina keda jinê em ê serhildana xwe bidomînin, têkoşîna xwe bidomînin.”

JINNEWS/STENBOL/ELFAZÎ TORAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.