Divê di siyasetê de rola jinan pêş keve

Pêncşem 17 Nîsan 2025 - 00:52

Çalakvanên Mafên Jinan ên Îraqî tekez kirin ku bihêzkirina siyasî ya jinan li Îraqê rûbirû bi kêşeyên mezin re dimînin û gotin:"Divê rola jinan di warê siyasî di pêşerojê de mezintir bibe."

Tevî hebûna yasayên ku beşdariya jinên Îraqî di jiyana siyasî de misoger dike, weke sîstema kotaya jinan di parlamentoyê de. Lê jin di gihandina cihên biryardayînê de rûbirû bi kêşeyên mezin re dimînin. Di nava van kêşeyan de serdestiya mêr a di nava partiyên siyasî de û astengiyên civakî û çandî yên ku tevlîbûna jinan di qada giştî de bisînor dike. 

Profesora fakulteya Raghandinê ya zanîngeha Bexdadê Rena El-Şecêrî got:"Pêdîviya jinan li Îraqê bi hesteke rasteqîn a karê siyasî heye." 

Nivîskar û rojnamevan Nexem El-Temêmî da zanîn ku her kes li benda guhertineke berfireh e ku çîna siyasî ya ku ev zêdetirî bîst sal in bûye sedema wêranî û gendeliyê ji holê rake û got:" Divê rola jinan di warê siyasî di pêşerojê de mezintir bibe."

Seroka Desteya Rêveber a rêxistina Alîkariya Gel û çalakvana mafên jinan Henaa Hemûd jî destnîşan kir ku jinên dixwazin bikevin cîhana siyasetê divê armanca xwe bi zelalî diyar bikin û ji bo pêkanîna wê li Îraqê plansaziyekê pêş bixin."

Seroka rêxistina Eysen a mafên mirovan Ensem Silêman anî ziman ku jin ji bo bidestxistina dengên hilbijartinan tên îstismarkirin û got:" Piraniya partiyan zêde girîngiyê nadin jinan û bihêzkirina siyasî ji aliyê partî û pêkhateyên siyasî ve hema hema tune dibe." 

NÛJINHA/IRAK/RECA HEMÎD REŞÎD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.