Elmanyayê li 6 Kurdan siyaset qedexe kiriye

În 19 Tebax 2022 - 21:15

  • Eşkere bû ku ji 13 koçberên li Elmanyayê, bi xala 47'an Qanûna Koçberiyê, siyaset li wan hatiye qedexekirin, 6 Kurd in. 

Eşkere bû ku ji 13 koçberên li Elmanyayê, bi xala 47'an Qanûna Koçberiyê, siyaset li wan hatiye qedexekirin, 6 Kurd in. 

Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût beriya bi çend rojan, li ser koçberên ku ji ber xala 47'an a 'Qanûna Koçberiyê' siyaset li wan hatiye qedexekirin, pêşnûma pirsek da Meclîsa Federal. Gokay Akbûlût pirsî bê ka kîjan siyasetvanên koçber mexdûrê xala navbirî ne. Li ser navê Hikûmeta Federal jî Wezareta Karên Hundir bersiv da.

Hukûmeta Scholz ev cara yekê ye ku agahî li ser çend kesên biyanî dan ên ku siyaset li wan hatiye qedexekirin. Wezaretê diyar kir ku niha li 13 biyaniyan qedexeya siyasetê hatiye birrîn. Wê got, cezayê ku li kesekî hatiye birrîn, demkî ye û cezayê li 12 kesên din hatiye birrîn bêdem e. Li gorî vê yekê, biyaniyên ku qedexeya siyasetê li wan hatiye birrîn 4 jê li Baden- Württembergê, 2 li NRW’ê, yek li Bayernê û yek jî li Sachsenê bi giştî 8 kes li Elmanyayê ne.

Hema hema nîvî Kurd in

Di bersiva Wezareta Karên Hundir de derket holê ku ji penaberên qedexeya siyasetê liwan hatine birrîn, 6 siyasetvanên Kurd in. Wezaretê ragihand ku ji ber kesên navbirî têkiliya wan bi PKK’ê re heye, siyaset li wan hatiye qedexekirin û agahiyên berfireh nedan.

Jixwe xala 47’an a Qanûna Koçberiyê ku nahêle penaber ji gelek mafan sûdê wergirin, ji ber ku bi berfirehî li ser siyasetvanê Kurd Muzaffer Ayata hatibû pêkanîn, wekî "Qanûna Ayata" kete dîroka siyasî ya Elmanyayê.

Ayata 20 salan di girtîgehên dewleta Tirk de ma, weke penaberekî siyasî çû Elmanyayê û li wir jî 3 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê lê hatibû birrîn. Ayata piştî ku hat berdan jî rastî gelek astengiyan hat. 

Elmanyayê biryara DMME´yê binpê kir

Sala 2012’an Buroya Biyaniyan a Stuttgartê ku xwe spart xala 47’an a “Qanûna Koçberiyê” biryarek da ku derb li azadiya ramanê xistibû. Li Ayata nivîsandina gotaran, axaftina li konferansan û beşdarbûna çalakiyên ku ji aliyê Kurdan ve tên lidarxistin, qedexe kir. Lê belê Dadgeha Îdarî ya Stuttgartê piştre miracaetî Daîreya Koçê kir û biryara rawestandina înfazê da, Wê got, qedexeya kirina siyasetê ya ji bo Ayata "gumanên cidî yên qanûnî" çêdike.

Li ser vê yekê rêveberiya Berlînê sala 2017'an ji bo ku xala 47'an di dadgehan de neyê rawestandin, amadekariyên pêwîst kirin. Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) sala 2015’an got, ‘Xala 47’an ji bo azadiya ramanê ya penaberên li Elmanyayê asteng e’ jî, dewleta Elman di pêkanînên xwe de bi israr e.

Xala 47'an a di navbeyna penaber û welatiyên Elman de cihêkariyê dike û dikare kirina siyasetê li biyaniyekî qedexe bike.

ANF/BERLÎN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.