Derewa Padîşahî lê eşkere bû

Çarşem 27 Tîrmeh 2022 - 09:52

  • Tevî ku şahidê nepenî ´Padîşah´ yê doza li dijî DÎAYDER´ê derew kirin û derewên wî li wî eşkere bûn, serokê komeleyê Ekrem Baran nehat berdan. Şahidê îdîa dikir endamên DÎAYDER´ê nas dike, ti kes ji endaman nas nekir. 

Şahidê nepen ê doza DÎAYDER’ê yê bi koda “Padîşah” bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî rûniştina dozê bû. Şahidê nepen got, endamên komeleyê yên navên wan hatine xwendin hemûyan nas dike, lê belê dema bi endamên komeleyê re hat hevrûkirin jî derket holê ku yekî ji wan jî nas nake. 

Bi hinceta ku xutbe û weazên xwe bi Kurdî kirine, derheqê Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olî (DÎAYDER) Ekrem Baran û 23 endamên komeleyê de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Rûniştina 6´an a dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hate dîtin. Endamên DÎAYDER’ê yên tên dadgehkirin, malbatên wan û gelek kesên din di danişînê de amade bûn. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Şahidê nepen ê bi navê “Padîşah” bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdar bû. 

Şahidê nepen got, DÎAYDER a ku li Stenbolê fealiyetên xwe didomîne, li Rezan a Amedê ye. Li ser vê gotinê jî kesên li eywanê keniyan. Şahidê nepen diyar kir ku endamên komeleyê naçin mizgeftan û beşdarî nimêjên înê yên sivîl dibin. Li ser vê yekê serokê dadgehê pirsa “Mizgeftên diyanetê dihatin protestokirin?” ji şahidê nepen kir.

Şahidê nepen jî bersiva “erê” da. Şahid paşê got, DÎAYDER li bajarên derdorê jî xebatên xwe dimeşîne û li ser pirsa serokê dadgehê ya “Li Stenbolê jî didomandin?” jî şahidê nepen got, “Nizanim bê ka li Stenbolê dimeşîne yan na”.

Serokê dadgehê piştre jî navên kesên di dosyayê de tên dadgehkirin xwendin û pirs ji şahidê nepen kir bê ka wan nas dike yan na. Şahidê nepen got, gelemperiya navên hatine xwendin nas dike. 
 
Ti kes nas nekir 

Parêzerê komeleyê, Firat Epozdemîr ji şahid xwest ku kurtasiya wan îfadeyên xwe li eywanê dubare bike. Lê belê şahidê nepen diyar kir ku nikare heman tiştan dubare bike. Parêzer Epozdemîr xwest ku şahidê nepen û kesên tên dadgehkirin hevrû bike. Şahidê nepen yek bi yek li kesên derketin pêşberî kamerayê nihêrî û yek endamê DÎAYDER’ê jî nas nekir. Ji bo endamê DÎAYDER’ê Alî Fuat Hatîp ê derketî pêşberî kamerayê jî şahidê nepen got, di xebatên HDP’ê de cih digire. 

Di dema hevrûkirinê de parêzeran xwest pirsan bikin lê serokê dadgehê destûr neda. Şahidê ku berê digot, endamê komeleyê Mehmet Emîn Aslan nas dike, li pêşberî ekranê got, wî Aslan heta niha qet nedîtiye. Her wiha Ekrem Baran jî bi şahid re hate hevrûkirin, dema navê wî hatiye xwendin şahid digot, ew wî nas dike. Şahidê nepen got, wî Baran dîtiye lê bi navê wî nizane. Her wiha şahidê nepen endamê komeleyê Seyda Fevzî Bariş jî nas nekir. 
 
Keya jî belav dike

Piştî axaftinên şahidê nepen, dozger xwest ku rewşa girtî ya Ekrem Baran bidome. Baran jî li Girtîgeha Hejmar 5 a Sîlîvriyê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê bû û got, kesên bi heman îdîayan hatibûn girtin, hatine berdan lê belê tê xwestin ku ew bê cezakirin. Parêzerê Baran, Epozdemîr xwest ku li Orhan Cînal were guhdarîkirin. Ji bo Cînal, tê îdiakirin qertên alîkariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi îdîaya ku bidin “malbatên şehîdan” radestî DÎAYDER’ê kirine.

Cînal, da zanîn ku ew komeleya DÎAYDER’ê nas nake û endamên DÎAYDER’ê yên li eywana dadgehê jî li taxê nas dike. Cînal got, her kes bi bazirganiyê re mijûl dibe û ew û Baran li heman apartmanê dimînin. Bi domdarî Cînal anî ziman ku Baran du caran qertên alîkariyê dayîne wî û wî jî ev qert dane malbateke ji Sînopê ya xizan. Cînal, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min jê nepirsî bê ka ev qert ji ku hatine. Ji ber ku me jî berê hema hema bi heman awayî alîkarî belav dikir. Lewma min jê nepirsî. Beriya wê, keyayê taxê jî dianîn. Gelemperî ev qert di cejnan de tên belavkirin. Nizanim bê ka ev qert ji bilî min dane kê. Min gelek sûd ji zanyariyên Baran ên olî girtin. Ez wî weke kesekî girîng dibînim. Ji wî hîn bûm bê ka nimêj çawa tê kirin.” 

Piştî axaftin û daxwazên parêzeran, dadgehê xwest ku dozgerî mutalaaya xwe amade bike û heta danişîneke din jî dem da. Her wiha dadgehê daxwaza berdana Baran red kir û danişîn taloqî 21’ê Cotmehê kir.  

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.