Dijminê dîndarên Kurd in jî

În 4 Adar 2022 - 04:20

Dewleta Tirk dixwaze komeleyan alimên dîn ên Kurd DÎAYDER´ê bigire. Dozgerê dewletê ji Dadgeha Hiqûqa Asliye ya Bakirkoyê xwest ku komeleyê fesix bike. 

Halê hazir jî gelek mele û seydayên endamê DÎAYDER'ê bi hincetên cihê siyasî rehîn hatine girtin.

Hevserokê DÎAYDER'ê Ekrem Baran û 9 endam û rêvebrên wê girtî li Dadgeha Cezayê Giran a 14’an tên dadgehkirin. Wê di rûniştina navberê ya 27'ê Kanûna 2021’ê de, biryar da ku bipirse ka derheqê DÎAYDAR´ê lêpirsîneke îdarî heye yan na.

MA'yê da zanîn ku Mifetîşiya Milkiyê ya Wezareta Hundir a Tirk, 16'ê Sibata 2022’yan bersiv daye û îdîa kiriye ku xebatên dijberî xala 2’yan a destûra komeleyê hatine meşandin.

Li ser vê, Dozgeriya Komarê ya Stenbolê îdîa kir ku komele li derveyî armancên di destûra xwe de tevdigere. Ji ber ku DÎAYDER li Şîrînevlerê ye, Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê, derheqê mijarê lêpirsîn da destpêkirin, û bi daxwaza girtina komeleyê, dozname ji Dadgeha Hiqûqa  Asliye ya Bakirkoyê re şand.

Dozger xwest ku xebatên komeleyê li gorî xala 89'an a ‘Kanûna Ceza ya Tirk werin rawestandin û komele were fesixkirin.

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.