Em bêdengiya we qebûl nakin

Sêşem 16 Nîsan 2024 - 01:55

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareserî’ li bajarê Strasbourg ê Fransayê, li pêş Konseya Ewrûpayê Kurd û dostên xwe hatin ba hev û ji CPT’yê re gotin: Em bêdengiya we qebûl nakin.Çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd TJK-E’yê pêk hat.

EREM KANSOY / STRASBOURG

 Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareserî’ ku di 10’û Cotemhê de hate destpêkirin, li bajarê Strasbourg ê Fransayê, li pêş Konseya Ewrûpayê mîtîngek hat lidarxistin. Di çalakiyê de tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hate rûreş kirin û daxwaza azadiya wî ya fizîkî hate kirin. Di çalakiya ku bi pêşengiya TJK-E’yê hate kirin de, dovîzên bi nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî’ hatin hilgirtin û dirûşme hatin berz kirin. Çalakî bi axaftina hevserokê meclîsa gel a Strasbourgê Fîkret Çelîk destpê kir. Çelîk got:’’Êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye.’’ Bang li saziyên pêwendîdar ên li Ewrûpayê kir ku berpirsiyariyên xwe bicîh bînin.

Em zindanê parçe bikin

Piştre Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut axivî û got:’’Divê em van çalakiyan bînin wê astê ku zindana Îmraliyê parçe bikin. Gelê Kurd 26 sal in ji bo azadiya Rêbertiya xwe li meydanan têkoşînê dike. Êdî gelê Kurd dagirkeriyê qebûl nake. Heta dawiyê em ê têkoşîna xwe dewam bikin.’’

Hûn nikarin hesabên qirêj bikin

Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever jî got:’’Divê Konseya Ewrûpayê û CPT baş bizanin, muxatabê me dewleta Tirk nîne. CPT û Konseya Ewrûpayê ye. Hûn nikarin ji ser Rêber APO hesabên qirêj bikin. Çawa ku dema komployê bi sedan kesî got ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’, îro jî heman îrade û dilsozî heye.’’

Em jiyaneke bê Rêber APO qebûl nakin

Piştre hunermend Diyar Dêrsimî derkete ser dikê û got:’’Em bi felsefe û zanebûna Rêber APO hunera xwe dikin. Jiyaneke bê Rêber APO tu carî qebûl nakin. Em berxwedana we silav dikin.’’ Piştre stranên ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan çêkirine gotin.

Erka xwe bicîh bînin

Bi navê TJK-E’yê Kezban Dogan jî got:’’Rêber APO kesayetek ji rêzê nîne. Tolhildana Şêx Seîd, Seyîd Riza, Sêwas, Mereş û fermanane. Rêberê gelan û baweriyan e. Beriya hertiştî hevrêyê jinan e. Ger hûn li dijî êşkenceyê ne, li gorî vê yekê tevbigerin. Rêber APO em in, îrade û hêviya me ye. Heta ku îradeya me azad bibe em nasekinin.’’

Heta azadiyê em li vir in

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad jî got:’’Em ji her çar parçeyê Kurdistanê silavên xwe ji Îmraliyê re rê dikin. Heta ku deriyên Îmraliyê vedibin û Rêberê me azad dibe, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Gelê Kurd Rêberê xwe dixwaze. Em bêdengiya Konseya Ewrûpayê û CPT’yê qebûl nakin. Heta dawiyê em ê li meydanan bin û heta birêz Ocalan azad bibe, em ê têbikoşin.

Piştre hunermend Sîdar Amedî derkete ser dikê û bi stranên xwe berxwedana gerîla silav kir û daxwaza azadiya Ocalan kir. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’, ‘Zap, Avaşîn, Metîna, Berxwedana Gerîla’ hatin berz kirin.

 Em ê Rêberê xwe azad bikin

Yek ji jinên ku tevlî çalakiyê bû Asya Reşît jî wiha axivî:’’Em ji bo Rêberê xwe yê neteweyî hatin vir. Rêberê me fêrî me kir ku em bi îrade û hêza xwe li ser piyan bimînin. Me qîmeta Rêberê xwe nedizanî. Li Ewrûpa û cîhanê, ji bo me Kurdan demokrasî û mafê mirovan tine ye. Em ê Rêberê xwe bi xwe azad bikin. Ger Rêber APO azad bibe, wê edalet bê cîhanê. Kurd êdî Kurdên berê nînin.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.