Rewşa Hatîce Yildiz xirab dibe

Sêşem 16 Nîsan 2024 - 00:56

Rewşa Hatîce Yildiz a 75 salî ku dewleta Tirk ew girtî ye, her ku diçe xirabtir dibe, ji ber tansiyona zêde tim ji hiş diçe. Kurê Hatîce Yildiz xwest ku diya wî demildest were berdan.

Alper Yildiz, kurê Hatîce Yildiz a di 75 saliyê xwe de hate girtin, got rewşa dayika wî ne baş e, her tim ji hiş diçe.

Dewleta Tirk Yadê Hatîce Yildiz a 75 salî, bi sedema ku pere ji keça xwe û hevalên wê yên girtî re şandiye, bi hinceta ‘’alîkariya rêxistinê’’ hatibû girtin. Kurê  Yadê Hatîce Alper Yildiz, ku çûyî serdana dayika xwe re, ragihand rewşa diya wî her ku diçe xirabtir dibe. Yildiz ê ku 13’ê Nîsanê li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê serdana diya xwe kirî, got dema dadyika wî diçe cihê hewastandinê ji hişê xwe çûye.

Yildiz ê ku diyar xwe ditî, têkilî hevdîtinê ev agahî dan: ‘’Ez duh çûm dayika xwe ya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bibînim. Roja înê dema dayika min derketiye cihê hewastandinê ji ser hişê xwe çûye. Beriya niha jî ev rewş hatibû jiyîn. Ji bilî vê yekê ser û pişta dayika min jî diêşin û berçavên wê şîn bûne û divê emeliyat bibe. Ya herî girîng jî tansiyona zêde bi dayika min re heye û ji ber vê yekê her tim ji ser hişê xwe diçe. Tansiyona dayika min her tim zêde dibe û dema ji ser hişê xwe diçe heke demildest nebin revîrê dibe ku rê li ber rewşeke girantir vebe. Ji ber temenê dayika min û tansiyona zêde mayîna wê ya di girtîgehê de rîskeke cidî ye. Ji ber vê yekê dixwazim dayika min were berdan.”

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.