Xwedî li erkên xwe derketin

Sêşem 16 Nîsan 2024 - 01:45

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir û got:"Hevrêyên me Bêrîtan û Garzan bi hesasiyeta xwedîderketina li wezîfeyên xwe yên demê li nava hevrêyên xwe bûn cihê hurmetê û fedaiyên mînak ên Apoyî." HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd ev agahî dan:“9’ê Adara 2024’an di êrişa dijmin a li ser herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Zagros de, hevrêyên me Bêrîtan û Garzan şehîd bûn. Hevrêyên me Bêrîtan û Garzan milîtanên fedekar ên pêvajoya zehmet bûn. Li herêmên Avaşîn, Zap, Metîna û Heftanînê ku dijmin bi dijwarî êriş dibir ser, bi tempoyeke têkoşînê bi salan şer kirin û bersiva êrişên qirkirinê yên dijmin dan. Herî dawî li herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl ji berxwedana tunelên şer heta şerê tîmên gerîla yên bi tevger, li her devera pêwîst û di her astê de têkoşîn meşandin. Hevrêyên me bi baweriya xwe ya ji serketinê coşa hevrêyên xwe zêde kirin û bi hesasiyeta xwedî derketina li wezîfeyên xwe yên demê rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kirin û bûn fedayiyên Apoyî yên mînak. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku armanc û xeyalên wan di Kurdistaneke azad de bidin jiyîn.

Hevrêya me Bêrîtan li Êlihê di nava malbateke welatparêz de jidayîk dibe. Sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû.

Bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedekar di nava hemû xebatan de cih girt û piştgirî da hevrêyên xwe. Di heman demê de hevrêya me dizanî ku jiyana çiyê kûrahiyeke îdeolojîk a xurt dixwaze. Bi lêhêrbûnên xwe pîvanên milîtaniya jinê di kesayeta xwe temsîl kir. Weke gerîlayeke YJA Starê bi berpirsyariya mîsyona xwe ya dîrokî, bû xwedî tevlîbûneke serketî.

Hevrêyê me Garzan li Kobanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Sala 2017'an bi desteka dayika xwe ku jineke Kurd a lehenge, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me ku dema li Zapê li dijî dewleta Tirk a dagirker tevlî gelek çalakiyan bû, ji bo hemû hevrêyên xwe yên ku bi wan re têdikoşe bû çavkaniya wêrekiyê. Hevrêyê me Garzan ku dilsozê partiya me PKK'ê ye, bi kesayetiya xwe ya paqij û durust re bandor li ser hevrêyên xwe kir.”

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Bêrîtan Şemsê (Zeynep Yakût), li Êlihê jidayîk bûye, 9’ê Adara 2024’an li Zê şehîd bû.

Garzan Tolhildan (Garzan Şêx), li Kobanê jidayîk bûye, 9’ê Adara 2024’an li Zê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.