Ji girtîgehê bang: Dengê me rakin!

Sêşem 16 Nîsan 2024 - 00:45

Girtî Bakir Ozturk bi telefonê têkilî çalakiya bi daxwaza ‘’Ji Ocalan re azadî’’ bi malbata re axivî û xwest ku her kes ji berxwedanê re bibe deng.

Girtiyên siyasî yên bi çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsa Kurd re çareserî”  ji 27’ê mijdara 2023’yan ve di çalakiyê de ne, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bidorveger ji 4’ê nîsanê ve qulibandina ser qonaxeke nû. Girtiyan di vê qonaxê de biryar girtin ku dadgehan boykot bikin û bi malbatên xwe re telefonê neaxivin û dernekevin hevdîtinan.

Di medyaya dijîtal de bibin deng

Girtî Bakir Ozturk ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Ewlehiya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin, di axaftina bi telefonê ya bi malbata xwe re destnîşan kir heta tecrîd ranebe wê çalakiya wan berdewam bike. Girtî Ozturk bang li ciwanên welatparêz kir û got: “Ez û hevalên xwe heta ku tecrîda li ser serokatî ranebe ne bi telefonê diaxivin ne jî bi malbatê re hevdîtinê dikin. Li derve peywîrek dikeve ser milê we, dengê me ji herkesê re ragihînin. Di medyaya dîjîtal de, li CÎMER’ê û Wezareta Dadê dengê me ji her derê re ragihînin. Banga me li hemû gelan û ciwanên welatparêz e. Divê piştgiriyê bidin Serokatiya me û bikin ku demildest tecrîd were rakirin.” 

Em li berxwedanê xwedî derkevin

Birayê Ozturk, Îbrahîm Ozturk jî destnîşan kir her kesê xwedî wijdan divê li dijî vê rewşê bêdeng nebe û banga hestiyariyê kir. Ozturk, axaftina xwe wiha domand: “Em gelê Kurd bi salan e bindest in. Lê me qet li dijî vê rewşê serî netewand û em ê netewînin. Ez dixwazin vê bi taybetî destnîşan bikim. Şertên girtîgehê zor in. Dema em bi malbatî çû serdana dawî me kirinên dermirovî dît.’’ 

 Ozturk, bi bîr xist ku çalakiya kekê wî û girtiyên din berdewam dike û got: “Ez bang li mirovên xwedî wijdan dikim, di serî de ciwan û hemû beşên civakê divê bibin dengê hevalên me yên di girtîgehan de.”

MA/TEKÎRDAG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.