Hinek hêz destekê didin DAIŞ’ê 

Sêşem 16 Nîsan 2024 - 00:45

Endamê Fermandariya QSD Luqman Xelîl têkildarî tevgerên çeteyên DAIŞ’ê  yên li bejahiya Sûriyeyê ji ANHA’yê re axivî.

Luqman Xelîl di destpêka axaftina xwe de bal bire ser têkoşîna gelên herêmê ya li hemberî DAIŞ’ê û diyar kir ku ji derveyî gelê herêmê tu kesî şerê DAIŞ’ê nekir. Xelîl hişyarî da ku çeteyên DAIŞ’ê careke din vedigerin û destnîşan kir ku cîhan dema digot xetereya DAIŞ’ê ji holê rabûye kêmasiyên mezin dikir û wiha got:’’Rast e DAIŞ kontrola xwe ya erdîngarî ji dest daye, lê projeyên wê hene. DAIŞ  xwedî îdeolojiyeke tundraw e ku nûnertiya olî nake û mafên mirovan di ber çavan re nagire. Îdeolojiya ku DAIŞ’ê dixwaze belav bike li ser esasê wêrankirina îradeya mirovan e û kolekirina wan e."

Xelîl da zanîn ku hin hêzên herêmî û navneteweyî DAIŞ ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe û kontrola xwe ya li ser herêmê bi kar tînin û got:"DAIŞ li cihên ku xwe lê vedişêre xwe ji nû ve bi rêxistin dike û bi zanebûn xwe vedişêre, li gorî koman tevnagere. Li pey van tevgerên metirsîdar armanc hene. Bi taybetî li devera Sebxa ya başûrê kantona Reqa, El Bû Kimal, Tedmûr heta sînorê Humsê, komên DAIŞ’ê bi serbestî li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de tev digirin. Îspata vê yekê ew e ku DAIŞ di nava kêmî mehekê de 4 caran êrişên mezin li dijî nuqteyên hikumeta Şamê pêk anîn. Em temaşe dikin çawa DAIŞ kesên bê guneh ên ku diçin dobelanan kom dikin qetil dikin. Ev tê wateya ku DAIŞ li wê herêmê serwer e, lê cihên xwe aşkera nake û çi kesên ku cesaret bike biçe herêmên wê qetil dike. Heta niha zêdekirî 100 sivîl qetil kiriye. Gelo kî ji vê yekê berpirsyar e? hikumeta Şamê berpirsyar e. Li herêmên me jî tevgera DAIŞ’ê heye. Cîhan dibêje piştî DAIŞ li Baxozê  têkçû hebûna wê nemaye. Ev gotin ne rast in, DAIŞ bi fermanên dewletên mezin tev digere." Xelîl bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî DAIŞ’ê şeremzar kir û got:"Tevahî navend û cihên ku pêwîstiyên jiyanê ji gelê me re dabîn dikin wekî gaz, kehrebe û av tên hedefkirin. Ev bêdengî cesaretê dide DAIŞ’ê da ku ji nû ve xwe bi rêxistin bike."

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Luqman Xelîl  di dawiya axaftina xwe de got, QSD’ê hêzeke fedaî ye wê erk û berpirsyariyên xwe li hemberî gelê xwe bi cih bîne.

ANHA/EHMED SEMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.