Nobeta Dadê reng diguhere

Sêşem 16 Nîsan 2024 - 00:48

Li Amed, Wan, Izmîrê têkilî Nobeta Dadê ku bi daxwaza ‘’Ji Ocalan re azadî û ji pirsa Kurd re çareserî’’ tê gitin, daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin çalakiya Nobeta Dadê wê reng biguherîne.

AMED

Malbatên girtiyan xwestin bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li pêşiya komeleyê daxuyaniyê bidin. Lê belê polîsên Tirk bi çavnebarî beşdar dorpêç kirin û nehiştin daxuyanî li derve were dayîn. 

Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re MED’ê (MED TUHAD FED) Kerem Canpolat bertek nîşan da û got wê zext û tecrîdê qebûl nekin û têkoşîna xwe geştir bikin.

Xizmên girtiyan piştre derbasî avahiya komeleyê bûn û daxuyanî li vir hate dayîn. Rêvebera TUHAD FED’ê Emîne Kaya, anî ziman wê Nobeta Dadê biqulibe ser qonaxeke nû û got ku nobet wê bi şêwazên cuda bidome. Emîne Kaya, da xuyakirin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan dervî mirovahiyê ye û destnîşan kir ku Nobeta Dadê hesasiyeteke civakî ava kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin girtiyan dawî li çalakiya xwe ya grevê anîne lê çalakî bi şêwazên cuda didomînin û hat gotin ku wê Nobeta Dadê jî bikeve qonaxeke nû û li bajarên din belav bibe.

WAN

Bi heman armancê têkildarî Nobeta Dadê, bi pêşengtiya TUHAY-DER a Wanê û xizmên girtiyan li Kolana Hunerê daxuyanî hate dayîn. Rêveberên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê, parlamenterên DEM Partiyê û gelek xizmên girtiyan tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya hevpar ji hêla Hevserokê Wan TUHAY-DER’ê Çetîn Uyar ve hate xwendin. 

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û bi çepikan bi dawî bû.

ÎZMÎR

Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) jî bi çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsa Kurd çareseriya demokratîk”  li avahya Rêxistina DEM Partiyê ya Konak a Îzmîrê daxuyanî da. 

Piştî daxuyaniyê jî dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.

MÊRSÎN

Çukurova TUAYDER’ê jî bi pankarta “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” li pêşiya komeleyê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partiyê Perîhan Koca û Alî Bozan û bi dehan rêveberên komeleyê û welatî beşdar bûn. Daxuyanî di nava tililî û çepikan de hate dayîn û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 

EDENE

Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) jî li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Seyhanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya demokratîk bibin dengê zindanan” hate hilgirtin. Rêveberê komeleyê Saît Sunduk daxuyaniya hevpar xwend. Çalakî bi çepikan bi dawî bû. 

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.