Berteka dijî tacîzê didome

Sêşem 16 Nîsan 2024 - 00:50

Li  Manîsa, Nisêbîn û Mexmûrê dijî tacîza leşkerê kirêkirî yê Tirk a li Şirnexê helwest hate nîşandan. Jinan diyar kirin ew ê li dijî polîtîkaya tacîz û tecawizê ya dewleta Tirk ku li ser jinên Kurd tê kirin, têbikoşin.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Manîsayê û Rêxistina Alaşehîrê ji bo tacîza leşkerê kirêkirî yê Tirk a li Şirnexê şermezar bikin, li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Alaşehîrê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de her tim dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate berzkirin. Daxuyaniya çapemeniyê Hevseroka DEM Partiyê ya Alaşehîrê Rûkiye Orsê xwend. 

Encama polîtîkaya qirêj e

Ors got “Bi çarçoveya polîtîkayên şerê qirêj ên ji aliyê desthilata serwer a zilam ve tê meşandin, ji aliyê ‘hêzên milîtarîst’ ve yên ku anîne Kurdistanê,  ji destpêkê ve jin bûne hedef û hate xwestin ku vîna jinan bişkînin. Bûyera li Şirnexa ku bi salan e bûye navenda şerê taybet ku leşkerê kirêkirî 3 jin tacîz kirine jî ji van polîtîkayan ne serbixwe ye.”  

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Nisêbînê bi meşekê tacîza leşkerê kirêkirî ya li Şirnexê şermezar kir.

Çete wê hesab bidin

Dema meşê pankarta, “Dê çeteyên tecawizkar hesabê bidin” hate vekirin û bi dirûşmeyan hate gotin,’’Çeteyên tecawizkar wê hesab bidin.’’

Nirxên xw biparêzin

Piştî meşê aktivîsta TJA’yê Nahîde Ulger axivî. Ulger got,“Polîtîkayên şerê taybet ji hêla tevgera azadiyê ya jin û gelê me yê birûmet ve hatiye pûçkirin. Tevgera azadiyê ya jinên Kurd li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, em ê li dijî tundiya li dijî jinan bêdeng nemînin û xweparastinê pêş bixin. Di serî de jin, banga me li tevahiya gelê me ew e ku nirxên xwe biparêzin.”

Em ê rêxistiniya xwe bikin

Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Uçar got,’’ Li Şirnexê jî çawişekî kirêkirî hewl da hevaleka me tacîz bike û destdirêjiyê lê bike. Ji bo wan li Kurdistanê kirina sûcên wiha pir hêsan e lê jinên ji vê dozê bawer, li kû derê dibe bila bibe em ê hevalên xwe bi tenê nehêlin. Em ê li dijî AKP’ê xwe birêxistin bikin. ‘’

Jinên Mexmûrî li gel Şirnexê ne

Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Menxmûr) bi daxuyaniyekê destdirêjiya leşkeê kirêkirî yê dewleta dagirker a Tirk ya li Şirnexê ku li jinekî Kurd kiribû, bi tûndî şermezar kir.

Bi navê Meclîsê Bêrîvan Îşlek axivî. Îşlek got,’’ Em  jinên Kurd, jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî vê êrîşê, vê tacîz û tecawîzê şermezar dikin û em dibêjin bila li her cihî bi banga Jin Jiyan Azadî rabin ser xwe. Ji ber ku eger îro ve êriş li Şirnexê pêk hatibe, wê sibe li Amed, Riha, Misêbîn û hemû cihî pêk were. Pêngava Jin Jiyan Azadî ya ku pêk hatî divê li her derê bê destpêkirin. Em  jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi her awayî piştgiriya xwe bi gelê Şirnexê re didin diyarkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.