Bi ser malan de girtin û êşkence kirin

Çarşem 10 Tîrmeh 2024 - 01:35

Leşkeran avêt ser gundê Marînê yê Nisêbînê. Di serdegirtinê de yek jê zarok 3 kes hatin destgîrkirin. Diyar bû ku leşkeran dema S. Aslan destgîr kirine, lê dane. 

Doh sibehê leşkeran avêt ser gundê Marînê ya bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve. Gund li quntarê Çiyayê Bagokê ye. Leşkeran avêt ser mala Abdulkerîm Aslan û Ridvan Aslan ên birayên hev. Diyar bû ku der barê wan de biryara girtinê hebûye. Di serdegirtina malan de S. Aslan ê lawê Ridvan Aslan û hevjîna Abdulkerîm Aslan, Gulperî Aslan û mêvana wan Nêrgiz Okan hatin destgîrkirin. Diyar bû ku leşkeran dema destgîrkirinê li S. Aslan dane û ew êşandine. 

Dîn û îmanê wan nîne

Diyar bû ku leşkeran berê sîlehên xwe dane ser gundiyan û heqaret li wan kirine. Hefsed Aslan behsa kêliya binçavkirinê kir û wiha got: “Me çi ji wan kiriye? Zarokên me kuştin. Berê sîlehên xwe dan ser me. Heqaretên giran li me kirin. Mala me serûbinê hev kirin. Îşkence li zarokên me kirin. Ev bêdîn û bêîman in.” 

Ne mirov in 

Ji gundiyan Zekiye Aslan jî nerazîbûn nîşanî serdegirtinê da û got: “Van para xwe ji mirovahiyê negirtiye. Li zarokên 15 salî dixin û kirin ku xwîn di devê wî de biavêje. Îşkence kirin. Gelo ev mirovatî ye? Me xwe avêt ser zarokên xwe lê li me jî dan. Sixêfa li me kirin. Ev ne karê dewletê ye. Xwedê heqê me ji wan re nehêle. Çi ji me dixwazin?”

Hat zanîn ku Nêrgiz Okan ku li gund hatî destgîrkirin hê nû ji girtîgehê derketiye. 

MA/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.