Kontrol di destê Tirkan de ye!
Çarşem 3 Tîrmeh 2024 - 02:30
Ji Dengê Amerîkayê rojnamevan Kawa Omer, dîmenên qada ku noqteyên kontrolê yên Tirkiyeyê yên li Duhokê girtin. Hat diyarkirin ku leşkerên tirk li herêmên di bin kontrola PDK'ê de noqteyên kontrolê ava kirine û nasnameyan kontrol dike. Ji rojnamevanên ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopînin Keser Bûldan diyar kir ku di 2 salên dawî de Tirkiye negihaştiye armanca xwe û got:"Tirkiye bi êrişên hewayî û bikaranîna çekên qedexekirî xwest bigihê armanca xwe. Lê heya niha tu encam bi dest nexistiye û derbên giran xwarine." Bûldan da zanîn ku Tirkiye dest bi valakirina gundan kiriye û got ku PDK’ê jî piştgiriyê dide vê yekê. Bûldan destnîşan kir ku bi erêkirin û piştgiriya PDK’ê dewleta Tirk baregehên leşkerî avakirine û got:"Tirkiye ji 20 heta 30 kîlometreyan ketiye nava xaka Başûr û nêzî 30 baregehên nû ava kiriye. Tenê li herêmên Dohuk, Amediye û Şeladizê, nêzîkî 83 baregehên leşkerî yên artêşa Tirk hene. Piştî ku hin tevgerên artêşa Tirk li ser xaka Basûrê bi dîmenan hatin tomarkirin, ji aliyê artêşa Tirk û PDK'ê ve gef li gelek gundên Kurdan hatin xwarin, ji gundiyan re hat gotin ku yan gundên xwe vala bikin yan jî wê gundên wan bên bombebarankirin."
Zexîreyê kontrol dikin
Bûldan diyar kir ku Tirkiye di 22, 23 û 24’ê Hezîranê de bi gelek wesayîtên zirxî, tanq û leşkeran ketiye navçeya Amediye û bajaroka Kanî Masî ya Duhokê û got:“Di 24’ê Hezîranê de leşkerên tirk êrişî gundê Kêste yê Kanî Masiyê kirin. Her wiha nasnameya xelkê gund kontrol kirin. Di medyaya dîjîtal de jî gelek dîmenên leşkerên tirk ên dema kontrolkirina nasnameyan û li gundan digeriyan hatin weşandin. Di van demên dawî de li gelek kolanên sereke yên Duhokê noqteyên kontrolê ava kirine." Bûldan da zanîn ku bi avakirina noqteyên kontrolê yên artêşa Tirk, PDK'ê jî li hemû bazarên Şeladizê kamerayên ewlehiyê kom kirine û dest bi lêkolînê kirine ku kî zêde xwarinê dikire û got:“Xwestin bizanin ka ev xwarin ji bo malbatan hatiye kirrîn yan PKKê. Ji ber vê çendê gelek kes hatin binçavkirin. Niha li dijî van êrişan nerazîbûn hene, lê kêm in."
NAVENDA NÛÇEYAN