Divê dawî li vê zilmê bê anîn
În 6 Hezîran 2025 - 03:23
Ev 6 sal in ku şivan Sertîp Şen (46) ê ku 2'yê Gulana 2019'an li gundê Wargenima yê navçeya Gever a Colemêrgê dema ku heywanên xwe diçêrand hate gulebarankirin, li nexweşxaneya ku lê dihate girtin jiyana xwe ji dest da. Di rapora otopsiyê de derket holê ku ji ber guleya li nêzî dilê wî ketiye jiyana xwe ji dest daye. Çawişê Pispor ê bi navê M. T. ku çeka leşkerê bi peyman H.A ji bo kuştina Şen bi kar anî, bêyî bê girtin tê darizandin. Malbat daxwaza girtina faîl û cezayê girtîgehê dike.
Kurê Sertîp Şen Abdullah Şen diyar kir ku bavê wî beriya were qetilkirin ji ber qedexeyên zozanan destûr wergirtine û wiha got:"Roja ku bavê min hat qetilkirin ketin û derketinê gund de noqteyên kontrolê hebûn û piştî bûyerê tavilê ji gund derketin û çûn. Li derdor tu leşker nehiştin. Cîranek me dema ji bo berhevkirina pincar diçe wê herêmê dibîne ku bavê min hatiye kuştîn, em dereng hîn bûn. Dema em çûn ser cenazeyê bavê min, me dît ku bi hedefgirtinê qetil kirine. Ji ber ku qadeke vekirî bû û li derdorê berf hebû. Her wiha li gel wî 70 mih hebûn. Leşkerê ku bavê min qetil kir di îfadeya xwe de got ku dema gule berdaye li derdorê kes tunebû, agir berdaye hewa. Lê ev derew in, bavê min hedef hat girtin." Şen ku anî ziman ku piştî gulereşandina bavê wî pêşî li ambûlansan hatiye girtin û got:"Eger destûr ji derbasbûna ambûlansan re bihata dayîn, dibe ku bavê min bijiya. Lê belê derbasbûna ambûlansê li çûn û hatinê girtin û rêya gund girtin. Dîsa axaftina li ser van xemgîniyan pir bi êş û zehmet e. Leşkerê ku bavê min kuşt, ev 6 sal in li derdorê digere. Ne tê cezakirin û ne jî tê girtin. Lazim e ev kujer di zûtirîn demê de were girtin. Kesê bavê min kuşt ne leşker e, kujer e. Ne diyar e bê ka li ku, kengî û kî wê piştre bikuje. Sûcdarekî potansiyel e. Eger kiryar neyên cezakirin, piştî vê bûyerê wê bêhtir wêrek tevbigerin. Di demên pêş de wê rê li ber cînayetên hîn mezintir veke." Şen bi salan e ceza negirtina kiryar wek bêedaletî pênase kir û wiha got:"Ger pêvajoyek aştiyê hebe divê dewlet bi samîmiyetê gavan bavêje. Em naxwazin dewleta Tirk feraseta 'Ez birayê we yê mezin im, ez çi bixwazim ez ê bikim' li ser me ferz bike. Hemû kesên ku rastî îşkenceyê hatine, mafên wan hatine binpêkirin û hatine kuştin divê bi awayekî adilane bên dermankirin. Heta niha em Kurd her tim li ber zilmê radibin û divê dawî li vê zilmê were."
MA/COLEMÊRG