Hem qetil dikin hem pereyan dixwazin
Sêşem 1 Nîsan 2025 - 03:35
Endamê YPS’ê Welat Gever (Emre Onver) di qedexeya derketina kolanan a di 13’ê Adara 2016’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê hatibû ragihandin de şehîd bû. Dewletê, malbata Onver da îcrayê. Daîreya Îcrayê ya Colemêrgê ji malbatê re teblîxat şand û bi hinceta “zirar daye malê cemaweriyê”, ji malbatê xwest ku 6 hezar TL’an bidin Wezareta Xizîne û Darayî. Biryar, ji 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê ve hate dayin. Onver, di sala 2012’an de girtî bû û li Girtîgeha Colemêrgê dihat ragirtin. Dadgehê, çalakiya şewitandina nivînan a li dijî binpêkirinên mafan, tundî û miameleya xerab weke hinceta biryarê nîşan da. Bav Necmettîn Onver, nerazîbûn nîşanî biryarê da.
Hincet çalakiya li girtîgehê ye
Onver, diyar kir ku kurê wî di sala 2012’an de bi hinceta ku piştgirî daye çalakiya greva birçîbûnê hatiye binçavkirin û girtin û got:“Di vê pêvajoyê girtîmayînê de gelek caran rastî miameleya xerab hat. Leşker, gardiyan û tîmên taybet bi ser qawîşan de girtin û derb û îşkence kirin. Kurê min û hevalên wî jî nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan û nivîn şewitandin. Li ser vê yekê jî rêveberiya girtîgehê lêpirsîn da destpêkirin. Kurê min di sala 2013’an de hate berdan û di berxwedana rêveberiyên xwecihî yên li Geverê de jiyana xwe ji dest da.”
Em serbilind û serfiraz in
Onver, anî ziman ku kurê wî 9 sal berê jiyana xwe ji dest daye lê hêj jî zextên dewletê didomin û got:“Kesên xwe weke polîsan didin naskirin her tim gefan li zarokên min dixwin. Salek piştî mirina kurê min, qereqola 25 km’an dûr bo me telefon vekir û gotin ku telefona kurê min bi wan re ye û werin bigirin. Dema ez çûm wê derê, telefoneke nehatiye bikaranîn dane min û dîmenên leşkerên li qereqolê tê de hebûn. Herî dawî çendek meh berê li hevjîna min geriyan û gotin; ‘Em dizanin ka mala te li ku ye. Em dizanin ka zarokên te çi karî dikin.’ Bi van gotinan gefan dixwin. Dixwazin bi van hinceta bi me êş bidin kişandin. Em ê heta dawiyê bi têkoşîna kurê xwe re bin. Dixwazin êşa me giran bikin û me biêşînin. Lê xwe dixapînin, ji ber ku em bêhtir bi têkoşîna xwe re dilsoz dibin. Heta xwîna xwe ya dawî em ê bi vê dozê re bin. Em serbilind û serfiraz in. Çi bikin jî em paşvegavê naavêjin. Em ê xwedî li nirxên xwe derkevin. Ji bilî kuştinê nikarin tu tiştekî bikin. Serî li kuştinê bidin jî em dev ji doza xwe bernadin. Bila hemû dinya vê zilmê bibîne. Hem kurê min kuştin hem jî pereyan dixwazin. Ev, dermirovtî ye. Biavêjin zindanan jî ez yek qirûş pere nadim wan. Ji bîr dikin ka em xwedî îradeyeke çawa ne. Em serî li ber kesekî natewînin.”
MA/COLEMÊRG