Em bêhtir nêzî serketinê ne
Çarşem 23 Nîsan 2025 - 03:50
- Sînem Bor a ku di dema şer de kurekî wê, 3 neviyên wê û 2 biraziyên wê şehîd bûne diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Rêber APO û got ku eger dewlet samîmî be divê gavên şênber bavêje.
Ev 55 roj in Rêber APO ‘Banga Aştî û Civaka ji raya giştî re ragihand. Lê belê hê jî baskê dewletê ku mûxatabên vê bangê ne, gaveke şênber neavêtiye. Malbatên ku di dema şer de xizmên xwe winda kirin banga dewlet bikeve tevgerê dikin.
Sînem Bor a 75 salî li navçeya Geverê ya Colemêrgê dijî û neviyên wê; Serhildan Bor (Sîdar Zagros), di 19'ê Hezîrana 2020'an de li Zapê, Aysel Bor (Evîndar Gelî) jî di 26'ê Tebaxa 2015'an de li Şirnexê şehîd bûn. Cenazeyê neviyê wî Bariş Bor (Cûdî Gever) ê ku di şer de şehîd bû jî nehat zanîn. Xwarziyê wê Erhan Aşkan (Şevger Gever) di sala 2016'an de li Bestayê, Agît Bor (Boran) di dema qedexeyên derketina derve de ku li navçeya Cîzîr a Şirnexê, di şer de şehîd bûn. Kurê Sînem Bor Alî Bor (Gever Zafer) jî di 28 'ê Cotmeha 2018'an de li Kato di şerekî de şehîd bû.
Malbateke bi tevahî têdikoşin
Kurê Sînem Bor ê ku tevî hemû êşên ku jiyane jî dev ji têkoşînê bernedaye ango Cemîl Bor bi îdiaya "endamê rêxistina terorê ye" tê girtin, neviyê wî Firat Bor û biraziyê wî Metîn Aşkan jî bi îdîaya "xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê" di girtîgehê de ne. Yek ji kurên wî Veysel Bor ji ber zextên dewletê li sirgûnê dijî. Sînem Bor a di Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê de bi awayekî aktîf cih digire diyar kir ku ji bo jiyanek bi rûmet têdikoşin. Sînem Bor da xuyakirin ku divê cîhaneke azad a kes lê nemire bê avakirin. Sînem Bor berî 45 salan koçî Geverê kir û anî ziman ku piştî zarokên wê di salên 1990'î de tevlî xebatên partiya siyasî bûn, ew jî tevlî çalakiyên Dayikên Aştiyê bûye. Sînem Bor da zanîn ku piştî ew beşdarî xebatan bû rû bi rûyê zextan bûye û got:"Dema min dest pê kir, her kes li dijî vê derket. Lê belê her tim dibêjim; ev têkoşîn doza pîroz û bi rûmet e. Ev têkoşîn ji bo vî gelî tekane rê ye ku ji zilma ku ew tê re derbas dibin rizgar bibin. Têkoşîn ji bo min bûye meseleya vîn û wijdanê. Îro û sibe divê her kes bi berpirsyarî rabe û bi wijdanê xwe tevbigere."
Ez rojekê jî poşman nebûm
Sînem Bor anî ziman ku dema dîtiye kurê wê Veysel Bor 40 rojan rastî îşkenceya giran a polîsan hatiye, piştre hatiye girtin û malbat jî êdî bêhtir tevli xebatên siyasî bûye û got:“Me berdêlên giran dan. Tenê ji bo jiyanek azad, wekhev û aştiyane. Dil û pişika min diêşe. 15 salan bê navber ji bo aştiyê têkoşiyam. Ji ber felçê rûyê min û milê min ê çepê nagire. Lingên min êdî nagirin. Çokên min heliyabûn. Lê belê tevî vê yekê jî ez her tim amade bûm ji bo aştiyê têbikoşim. Hemû gelê Geverê min nas dike. Tevî hemû êşên hatin kişandin jî daxwaza min a yekane her tim aştî bû. Ez rojekê poşman nebûm. Bila xwîn nerije û ev şer raweste. Di nava vê de dayikên leşker û polîsan jî hene. Yekane daxwaza min ji Xwedê ew e ku di zûtirîn demê de ev pêvajo bi encam bibe û xwîn rijandin raweste.”
Divê dewlet gav bavêje
Bor destnîşan kir ku serketina têkoşînê ji duh nêzîktir e û got:"Piştî banga ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de kir û got ku her roj bi moral û heyecanek mezin derbas dibe.” Sînem Bor da zanîn ku pêvajoya hatiye destpêkirin di nava raya giştî de hêviyeke mezin afirandiye û got:"Em vê pêvajoyê erênî û hêja dibînin. Û em heta dawîyê piştgirîya pêvajoyê dikin. Pêwîst e dewlet niha gav bavêje. Eger dewlet bi rastî jî samîmî be, divê girtiyên siyasî serbest berde. Divê di zûtirîn demê de deriyên girtîgehan bên vekirin."
MA/COLEMÊRG