Li Geverê ciwanan 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn

Çarşem 17 Tîrmeh 2024 - 00:15

Ciwanên Geverê li çar taxan ji bo pêşengên PKK’ê ku di berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin de şehîd bûbûn çalakî li dar xistin. Ciwanan bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ bersiv dane êrîşên polîsên Tirk.

Ciwanên navçeya Geverê ya Colemêrgê ji bo bîranîna berxwedêrên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmeha 1982'yan a li Zindana Amedê çalakî li dar xistin. Ciwanan ji pêşengên PKK'ê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ku li dijî îşkenceyê rabûn û bedena xwe dan ber rojiya mirinê bi bîr anîn. Ciwanan li taxên Orman, Kişla, Cumhuriyet û Esentepe çalakî li dar xistin. Ciwanan di çalakî û meşên li dar xistin de dirûşmên wek “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jîyan nabe”, "Silav li gerîla û Zap, Avaşîn û Metîna" û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Polîsan xwe negirt û êrişî çalakiyên ciwanan kirin.  

Ciwanan jî bi kevir-beran, fişekên hewayî li ber êrişa polîsan rabûn. Ev du şev in polîs li kuçeyan nasnameyan kontrol dikin û bêserûber guleyan dibarînin. 

MA/COLEMERG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.