An rihê 14’ê Tîrmehê an xiyanet!

Sêşem 16 Tîrmeh 2024 - 03:05

  • Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got: PKK nebe Kurdîtî tine dibe, koletî û qirkirin jinûve destpê dike û bang li her kesî kir ku bi ruhe 14'ê Tîrmehê têkoşînê bilind bikin û li ber siyaset û êrişên qirkirinê rabin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bersiv da pirsên Stêrk TV. Avesta derbarê şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakurê Kurdistanê ev nirxandin kirin:’’Di bihara 2024'an de ji Bagokê, ji Mawa heta Serhedê, ji Dersimê heta Botan-Katoyan, ji Wanê heta Xerzanê li her derê çalakiyên mezin hatin lidarxistin. Şehadetên hêja qewimîn. Di şexsê hevrê Şêxmûs Milazgir û Bêrîtan Çiya Nûrhak, Şervan, Axîn, Brûsk, Fîraz, Serhildan de hemû hevrêyên li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr tînim. Bi rastî jî li ser bingeha xeta 14'ê Tîrmehê şerekî bêeman tê meşandin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji 3'ê Tîrmehê û vir ve şerê gerîla derbasî qonaxeke nû bûye. Çima? Ji ber ku dewleta AKP-MHP a faşîst qirker ji her alî ve piştgiriyê ji PDK'ê werdigire, bi tifaqa bi DAÎŞ'ê re cografya Başûrê Kurdistanê êdî dagir kiriye, îlhaq dike. Ev pêvajoyeke nû ye. Şer niha li Amediyê, Dêrelûkê, Dihokê tê meşandin. Gerîlayên azadiyê li hemberî vê dagirkeriyê û îlhaqê di nava berxwedaneke mezin de ne. Ji 3'ê Tîrmehê û vir ve çalakiyên gelekî mezin lidar xistin, derbên mezin li dewleta qirker faşîst xistin. Tê zanîn, herî dawî helîkopter hate xistin. Drone têne xistin, li wesayitan têne xistin ku rê ava dikin. Bi rastî jî mirov dikare qala îradeyeke ji pola bikin. Yekîneyên YJA Star, HPG'ê, tîmên bi tevger, tunelên şer. Li gel bikaranîna çekên kîmyewî jî berxwedaneke mezin heye. Yanî şerê gerîla bi esasî li Başûr jî ketiye qonaxeke nû. Mînak li Guherzê gel, rêya navbera Amediyê û Derelûkê girt. Ev yek dewama şerê gel e. Xwedîderketina li nirxên xwe ye, xwedîderketina li Kurdistanê, cografya xwe ye. Gerîla bi rengekî fedaî li ber xwe dide. Çekên kîmyewî yên ji NATO'yê hatine wergirtin li dijî gerîla têne bikaranîn. Gerîla bi rengekî profesyonel, modern, rêbaza zanistî û îradeya ji pola li ber xwe dide. Lê belê li Başûrê Kurdistanê di şexsê malbata Barzanî de xiyaneteke mezin tê meşandin. Hin ferdên ji malbata Barzanî li dijî vê xiyanetê ne. Lê belê sê Barzanî; bav, kur û birazê ji bo siyaseta qirkirinê bibin serî sond xwarine. Bi van re êdî şerm nemaye. Navenda Parastina Gel daxuyanî da, fermandarên Navenda Parastina Gel anîn ziman, dîmen hene; di rê de kontrola nasnameyê dikin. Hatine cihekî din, gundan dorpêç dikin, nahêlin kes biçe cihekî. Ev hemû nîşan didin ku serî tewandine. Ji ber vê jî gelê me yê Başûrê Kurdistanê û gelê tevahiya Kurdistanê; gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê, yê li derveyî welat, dostên gelê me, bi taybetî jî rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan, jin û ciwanên li Başûrê Kurdistanê divê hemû vê bibînin ku êdî Başûrê Kurdistanê tê îlhaqkirin. 

Ti eleqeya wan bi Kurdîtiyê nîne

Şerê li Başûr û Iraqê niha dewam dike li gorî êrişên sala 2022'an gelekî girantir e. Dibêjin em ê kilîd bikin, ya rast xwe bi xwe kilîd kirine; vê jî baş zanin. Dixwazin xwe ji vê kilîdbûnê rizgar bikin. Dixwazin Barzanî wan ji vê asêbûnê rizgar bike. Bi vî rengî dixwazin piştgiriyê ji dewleta Iraqê werbigirin. Niha li ser bingeha tasfiyekirina PKK'ê dixwazin siyasetekê rewa bikin. Gelê me yê Başûr zane; PKK nebûya niha gelek caran hatibûna qirkirin. Niha ji malbata Barzanî kî Kurdîtiyê diparêze? Ti eleqeya wan bi Kurdîtiyê nemaye. Yên ku nirxên Kurdan diparêzin, civaka Êzidî ye ku 74 caran ferman li wan rabû. Çand û zimanê Kurdan ji aliyê wan ve hatiye parastin. Malbata Barzanî dijminatiya herî mezin niha li Êzidiyan dike. Çend roj berê êrîşî Çapemeniya Azad kirin. Ez nûçegihanê Çira FM'ê Mirad Mîrza ku xebatkarê Çapemeniya Azad e bi rêzdarî bibîr tînim. Ji hevrêyên birîndar re şîfaya lezgîn dixwazim. Ez têkoşîna gelê me yê li wir pîroz dikim û silav dikim. Divê dewleta Iraqê vê yekê bibîne. Divê gelê Başûr bibîne ku çiqasî eleqeya malbata Barzanî bi gelê Kurd re maye. Divê ew malbata Barzanî baş nas bikin, bi taybetî jî bav, birazî û kur. Ew kî ne? Gelê Başûr gelekî bi nirx e. Gelê Başûr gelekî welatparêz e û şopdarê dîrokeke kevnar e. Ewladên wan yên mîna Viyan, Helmet û Destan hene.  Divê her kes li qadên xwe, li dijî vê polîtîkaya qirkirinê û êrîşan helwestê nîşan bide. Êdî navîna vê nîne; Yan tu yê li dijî êrîşên dijmin helwest nîşan bidî yan jî tu yê li kêleka xeta xiyanetê be. Êdî heta ku? Kêr gihêştiye hestî. Ji bo vê jî ez bang li hemû Kurdan, bi taybetî jî bang li gelê Başûr dikim ku li dijî vê têkoşînê bilind bikin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.