Nirxandina Rêber Apo ya 14'ê Tîrmehê

Duşem 14 Tîrmeh 2025 - 15:15

  • Bi ser berxwedêriya mezin a 14’ê Tîrmehê re 43 sal derbas bûn. Lê ev berxwedêrî ewqas mezin, ewqas bi wate ye ku bûye bingeha têkoşîna azadiya gel. Ev berxwedêrî wekî duh, îro jî zîndî ye.

Di 14’ê Tîrmeha sala 1982’an de li zindana Amedê, li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê ya cuntaya faşist, bi pêşengiya Kemal Pîr û Mehmet Xeyrî Dûrmûş, komeke berxwedêr dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin. Berxwedana wan roj bi roj mezin bû. Li hemberî polîtîkayên înkar, îmha û qirkirinê ku heta zindana Amedê belav bibû, lehengên nemir, parçe parçe helandina bedenên xwe dan ber çavan. Kemal Pîr, Xeyrî Dûrmûş Akîf Yilmaz û Elî Çîçek heta dawiyê li ber xwe dan û kevneşopiya têkoşîna mezin û jiyana ku di rêya wê de bedêl tê dayîn hêştin. 

Rêber Apo ku her dem dilsoziya xwe ya li pêşberî şehîdên berxwedêriya 14’êTîrmehê tîne ziman, berxwedêriya mezin wiha pênase dike:   

“Em 14’ê Tîrmehê bi bîr tînin. Îro komeke berxwedêrên zindanan, li hemberî dijminê ku dixwest hemû hêviyên azadiyê yên gel têk bibe, berxwedêriya PKK’ê di şexsê xwe de nîşan dan. Ev rastiyeke bê niqaş e.”

Rêber Apo bûyerên ku li zindana Amedê qewimîn bi vî rengî vedibêje: 

"Di destpêka sala 1980’ê de li hemberî polîtîkayên ku her tiştê li ser lingan e dixwaze îmha bike, piştî ku her cûre berxwedanî tê nîşandan, bi helandina bedenên xwe rêya herî dawî diceribînin û biryara çalakiya herî bi hêz didin. Bi dirûşmeya ‘berxwedan jiyan e’ derdikevin holê. Ev bi temamî dibe hêvî û banga gel a bi rûmet. Tê gotin ku ‘em dev ji hêviyê, ji partiyê bernadin. Em ê xwe bihelînin û bikin jiyan’. Va ye berxwedêriya Newrozê ya Mazlûman, va ye biryara berxwedêrên 14’ê Tîrmehê, vaye Ferhatên ku xwe kirin meşale, bi temamî wiha ye. 

Bîranînên berxwedana ku Mazlûm, Xeyrî û Kemal pêşengiya wê dikin, careke din zindî bûn. Ew bûn meşaleya ku gel ronî dike. Bûn hêviya jiyanê, bûn rêbaza jiyanê. 

Ji bo bîranîna nirxên berxwedana ewqas mezin çi nayê kirin? Careke din ku wateyeke ji berxwedêriya 14 Tîrmehê were derxistin, li hemberî polîtîkayên îmhayê ku di şexsê berxwedêran de ji bo partiyê û gel dihat pêşbinîkirin, hat pêşxistin bû. Ya ku di tarîtiya dîrokê de binaxkirina wê dihate xwestin, nasnameya gelekî û berxwedêriya di PKK’ê de dihat temsîlkirin bû. Divê wateyeke vê hebe. Ev, rastiya gel, rastiya şer e. 

Careke din em ji  xwediyê doza berxwedanê ya mezin re û di  serî de ji biryara şehîdan û ya berxwedêrên ku pêl bi pêl pêş dikeve re, li ser vê esasê ji şahadeta wan, ji jiyana wan û ji şerkeriya wan re dilsoziya xwe nîşan didin.

Rêxistina şoreşgeran, rêxistina ku fetih dike ye, rêxistina coşê ye, rêxistina biryardariya mezin e."

Bi ser berxwedêriya mezin a 14’ê Tîrmehê re 43 sal derbas bûn. Lê ev berxwedêrî ewqas mezin, ewqas bi wate ye ku bû ye bingeha têkoşîna azadiya gel. Ev berxwedêrî wekî duh, îro jî zîndî ye.  ANF/ NAVENDA NÛÇEYAN /GULISTAN CÎHAN

 

* * *

Girtî: 14’ê Tîrmehê nîşana şoreşê ye

 

 

Bawerî, îrade û rêbaza têkoşînê ya ku di 14’ê Tîrmehê de hate nîşandan, di nava şert û mercên giran ên Kurdistanê de rêbaza serketinê şênber kir. Roja ku rojiya mirinê ya mezin destpê kir, serketin misoger bû.

Girtiyên ji Tevgera Azadiyê yên li girtîgehên Tirkiyeyê di salvegera 43’emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de daxuyaniyek weşandin, şehîdên berxwedanê bi bîr anîn û ji bo mezinkirina têkoşînê bang kirin.

Bi navê girtiyan Denîz Kaya daxuyanî da, di serî de şehîdên 14’ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hemû şehîdên şoreşê bi minetdarî hatin bîranîn û hate gotin, “Em soza xwe dubare dikin ku em ê heta dawiyê xwedî li kevneşopiya wan a têkoşîna şoreşgerî derkevin.”

Girtiyan ragihandin ku li hemberî îşkenceya li derveyî mirovahiyê ya li zindana Amedê ya faşîzma 12’ê Îlonê, rojiya mirinê ya hate destpêkirin ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê xwedî girîngiyeke mezin e û gotin, “Ev berxwedan çalakiya herî bi wate û esîl a parastina nirxên mirovahiyê ye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Bi vê wesîleyê di şexsê lêgerînerên heqîqetê yên xeta Apoyî hevrê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan, em şehîdên rojiya mirinê bi hurmet û minet bi bîr tînin; sozê didin ku xwedî li bîranîna wan derkevin û armancên wan pêk bînin.

Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi çalakiya xwe radixistin pêş çavan ku di nava şert û mercên herî giran de serketin çawa dikare bê bidestxistin, pîvanên milîtanên Apoyî çi ne û ziman, tempo û rêbaza Şoreşa Kurdistanê nîşan dan.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê nîşaneya serketina stratejiya şoreşa Kurdistanê ya Rêber Apo ya li Girtîgeha li Amedê bû.NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.