Gernas sazûmankarê pêşerojê ne

Nûçeyên Forum

Çarşem 17 Tîrmeh 2024 - 00:47

OSMAN KAPAN

Dem hene gernasên xwe diafirînin, gernas hene demê bi pergal dikin, şêweyeke nû didine pergalê. Rê û rêçikên neceribandî diceribînin, tiştên nebûyî dikin û mohra xwe li demê dixin.

Gernas û dem dibine yek. Ango dem bi navê wan, ew bi demê têne pênasekirin. Îca dema navê wan tê gotin, dem li ber çavê meriv zindî dibe, dema dem tê gotin kirinên wan di cih de raber dibe. Dema ku navê Amedê tê gotin, zindan û wahşeta wê têne bîra meriv. Bi bîranîna zindanê berxwdêrên zindanê û navê wan gernasan ji ber xwe ve ji nav lêlava meriv difilite. Mazlum Doxan çirûskek bû ( lêbelê yeke pirr gur ) û bû çirûska berxwedanê.

Xelek li xelekê badan, çirûsk roj bi roj diviya gur bibûya, pêşengên berxwedanê giyana xwe, ji bona hebûna gelê xwe danîne meydanê  

Ş.nemir Ferhat, Necmî, Eşref û Mahmût bersiveke xurt dane faşîzmê û hevkarên wê. Bes faşîzm ewqasî har û ji xwe bawer bû ku wê dawîya tevgerê li zindanê bianiya, ji ber wê li gel lerizandina xwe jî, xwe nebihîstî kir û ji nedîtinê ve hat. Lê baş fêm kiribû ku ev agîr wê hîn xurtir vêkevê.

Belê, dîrako gelan bi pirranî bi rojên taybet têne bîranîn. Lewra ew gel, bi wan rojên taybet hatiye afirandin û bi kirinên  wan rojan derketiye ser dika dîrokê! Ango ew gel bi hebûna xwe ya afirînî bûye gel, rê û reçikên nû bijartine û li ser hîmê pergaleke din hebûna xwe bi teşe kirine.

Hebûn heye vikîvaleye, hebûn heye têr û tijeye; ji merivekî dibe hezar, ji hezarî dibe sed hezar û xwe digihîne milyonan. Bes divê meriv zanibe hebûn çi ye û çawa dibe xwebûn. Yên herî baş ev zanîbûn Serok û pêşengên Tevgera Azadiyê bûn. Ango zanîbûn ji ber çi “ bimirin“, ji ber çi bijîn. Ev gotina Kemal Pîr armanca jiyanê baş pênasê dike;“Jiyan,tiştekî ku meriv di oxira wê de bimire hebe xweş e…“

Têgeheke welê xistine mêjiyê merivan de; “ ku meriv mir her tişt bêfede ye “ ji bo merivên ji rêzê ev welê ye. Îca dixwazin ku her kes bibe merivekî ji rêzê. Bes ji bona gernas û Rêberên demê ne welêye. Ew di ferqê de ne û zanin wê bi mirina xwe hem xwe zêde bikin, hem wekî xetîreyekê wê pêşerojê ronî bikin. Îca ew bi tunebûna xwe ya fizîkî, jiyaneke zindî û domdirêj diafirînin. Nexwe wekî M. Cizîrî dibêje; “ Bûd û nebûd ku yek in, ev çi sebeb û çi îqab…”

Belê her kes li ser pêşerojê difikire. Gernas li ser demên dûr û dirêj difikirin û planên sedên salan dikin. Her gotina wan bi pîvan e. Ş. Nemir M. Xayrî Durmuş,bi gotina, “ Li ser kêla min deyndarê ‘gelê xwe çû’ binivîsin…” Hem riknê birdoziya jiyanê xurt kir, hem riknê berxwedanê saz kir. Ligel Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Stêrka Sor Alî çîçêk riya berxwedanê nîşan dan. Ji wê ye dema 14. Tîrmehê bi lêv dibe, her çar gernas li ser lêva ne. Nemirinî ev e. Ji ber wê em ji wan re dibêjin Rêzan. Lewra ew her kêlî birdozîk difikirîn. Nebûd li cem wan tunebû, tenê hebûn hebû..

Îca di dîroka me de 14. Tîrmehê ne demeke ji rêzê ye, ku di wê demê de di kesayeta ş. M. Xeyrî, K. Pîr, Eşref û Mahmut de ew helwesta pîroz nedanîbana, em hebana jî wê temel hevqasî ne xurt bûna. Ji wê ye , Rêberê gelê Kurd digot; “ Ez bi talîmata wan tevdigerim“. Lewra armanca derbeya 12’ê Îlonê ew bû ku betona li serê çiyayê agirî, bi temamî qayîm bike û koka Kurdîtiyê biqelîne. Armanc ayan bû. Îca diviya li gorî biryardayîna neyar, milîtanên tevgerê jî bi biryar bûna. Ango li ser texteyê kişikê bûn. Kê bigotana “ şah“ yê din mat dibû.

Lîstikvan pêşengên tevgera azadiyê û rêveberên faşîzma 12. Îlonê bûn. Bes ne tenê ew,îxanet û Emperyalîzm jî li pişta faşîzmê bû. Gernasê 14’ê Tîrmehê, kêlî bi kêlî, dirhem bi dirhem goştê laşê xwe helandin û gotin faşîzmê şah! Û ji me re jî nexşeya berxwedanê pêşkêş kirin. Îca deyndarê gelê xwe kî ye?

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.