Bûne hîmê Kurdistanê

Duşem 15 Tîrmeh 2024 - 02:55

  • Ayşe Çîçek, xwîşka yek ji pêşengê Rojiya Mirinê ya Mezin Alî Çîçek derbarê birayê xwe got, ew î biçûk lê dilmezin bû, hê ji zaroktî li ber neheqiyê radibû, zaroyekî livdar û kûr bû û got,’’ Em bi têkoşîna wan li ser pêyan in. Bi saya berxwedana wan tevahiya cîhanê navê Kurdan bihîst. Ew bûn hîmê Kurdistanê.’’

CEYLAN ŞAHÎNLÎ / MA / RIHA

Bi 12’ê Îlonê, darbeya leşkerî ya Tirk a 80’yî re li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê rejîma terorê hate avakirin. Xasma jî li ser girtiyên Tevgera Apoyî teroreke bêmînak hate meşandin. Girtîgeha Leşkerî ya bi Hijmera 5’an a Amedê weke ‘girtîgeha pîlot’ a vê rejîma teror û hovîtiyê hatibû hilbijartin û bi rêveberiya efserê Tirk Esat Oktay li dijî pêşengên girtiyên PKK’yî hovîtî û wehşeteke nedîtî hate kirin. 

Pêşengên girtiyên PKK’yî jî li dijî vê rejîma terorê ya dermirovî berxwedaneke mezin dane destpêkirin û dest bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê kirin.

Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di 14'ê Tîrmeha 1982'yan de dest bi çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin kirin. Kemal Pîr di roja 53'yan de, Hayrî Durmuş di roja 61'ê de, Akîf Yilmaz di roja 63'yan û Alî Çîçek di roja 65'an de şehîd bûn. Çalakiya ku bû sedema bidawîbûna pêkanînên dijmirovahî yên li girtîgehê, bû bingeha têkoşîna azadiya ya gelê Kurd.

Ayşe Çîçek, xwişka Alî Çîçek ku hê di 21 saliya xwe de di berxwedana dîrokî de jiyana xwe ji dest da û Hayrî Dûrmûş ji bo wî digot "Ew, stêrka me ya sor e" behsa birayê xwe kir.  

Hê zarok neheqî qebûl nedikir

Çîçekê got: "Em bi têkoşîna wan serbilind in. Nêzî 6 sal di navbera me de hebû. Bavê min bi erebeya hespan diçû gund û fêkî û zebze difirot. Birayê min ê mezin jî dest bi sewalvaniyê kir. Me debara we bi vê dikir. Alî zarokekî livdar bû. Kesî nikaribû xwe bigihanda wî. Hê ji zarokatiya xwe ve wisa bû. Wê demê jî bêedaletî û neheqî qebûl nedikir. Gava kesekî heqaret li kesekî din bikira qebûl nedikir, li ber radibû. Gava em hinekî mezin bûn em ji navçeyê çûn Rihayê. Alî jî wê gavê simît difirotin, karkeriya demsalî dikir. Zarokekî kûr bû, pir nediaxivî. Em tim li cem hev bûn. Gava ez zewicîm û çûm Antalyayê, êdî me pir hev nedidît. Gava dest bi lîseyê kir, wî û birayê min tim pez dibir Edeneyê. Carekê gava pez birin Edeneyê hat girtin." 

Biçûk bû lê yî dilmezin bû 

Çîçekê diyar kir ku Alî Çîçek piştî hevdîtina bi Kemal Pîr re tevlî nava têkoşînê bûye û got ku birayê wê tevî temenê xwe yê biçûk bi salan li xeta Curnê Reş û Sêweregê xebitiye. Çîçekê ku bi gotina "Biçûk bû, lê kesekî dilmezin bû" behsa birayê xwe kir anî ziman ku gelek kes bandor jê girtine û tevlî têkoşînê bûne. 

Em bi têkoşîna wan in 

Çîçekê da zanîn piştî derbeya leşkerî ya Tirk Alî ji ber îxbara gardiyanekî hatiye girtin û ew birine Girtîgeha Amedê. Çîçekê got, "Tim dixebitî. Dema ku nexebitiyana li ser xebatan difikirî. Paşê xeberek hat ku ew girtine. Êdî me tenê di hevdîtinan de Alî didît. Her cara em biçûna girtîgehê leşker hebûn û kûçik bi wan re hebûn. Alî tevî ew qas îşkence û lêdanê jî dihat. Me ji tirsa tenê jê re digot 'Çawa yî?, Baş î?' Gava nikaribûya li ser pêyan bisekiniyana jî digot 'Ez baş im.' 

Çîçek wiha domand: " Me dizanibû di greva birçîbûnê de ne. Rojekê cendirme hatin, ji bo ragihandina xebera mirina wî. Me ew girt pêşî bir navçeya Kadîrlî ya Osmaniyeyê. Li vir gelek caran êrişî gora wî kirin. Lewma me ew ji wir derxist anî li Amedê veşart. Em bi têkoşîna wan li ser pêyan in. Bi saya berxwedana wan tevahiya cîhanê navê Kurdan bihîst. Ew bûn hîmê Kurdistanê." 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.