Li Ewropayê bîranîna 14’ê Tîrmehê
Sêşem 16 Tîrmeh 2024 - 02:15
- Pêşengên PKK’ê ku li zindana Amedê dijî rejîma faşîst a Tirk bi Rojiya Mirinê ya Mezin berxwedaneke bêhempa nîşan dan û di şertên herî giran de bi berxwedana xwe, ji gelê Kurd re bûn hêvî, bawerî, vîn û hêza azadiyê bi canê xwe yê ku feda kirin afirandin.
Şehîdên 14’ê Tîrmehê ji aliyê Kurdên li Ewrûpayê bi çalakiyên cuda hatin bibîranîn. Kurdistaniyan diyar kirin ew bi şehîdên 14’ê Tîrmehê heta bi îro hatine û ew ê bi rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê bi ser bikevin.
Mantes
Li Mantes la Jolie ya Fransayê, malbatên şehîdan û gelek kes beşdarî çalakiya bîranîna Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bûn. Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Şahîn Polat û hin siyasetmedarên Kurd jî beşdarî bîranînê bûn.
Nantes
Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) a Nantes ji bo bîranîna Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê çalakiya bîranînê li dar xist.Endamê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Mele Reşît di bîranînê de axivî. Mele Reşît berxwedana 14'ê Tîrmehê silav kir.
Den Haag
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê belgefîlma bi navê "Hejmar 5" a li ser Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hate pêşandan. Di axaftinên hatin kirin de banga xwedîderketina li şehîdan û mezinkirina têkoşîna li dijî faşîzmê hate kirin.
Darmstad
Bi sedan Kurdistanî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Darmstadt ê Elmanyayê li hev civiyan. Tevî KOMAW'ê, pêkhateyên wê û Mordem Denîz tevlî bîranînê bû.
Rêveberê KOMAW'ê Lokman Arslan axaftina destpêkê kir. Mordem Denîz jî bal kişand ser girîngiya ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê û wiha got: “Jiyana rast ancax bi PKK’ê re pêkan e. Nasnameya neteweya Kurd di kesayetên lehengên berxwedana 14’ê Tîrmehê Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz de ji nû ve çêbû û geş bû.
Freîburg
li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê çalakiya bibîranînê hate lidarxistin. Nûnerê KOMAW'ê axaftina vekirinê kir û diyar kir ku heta ku hovîtiya li girtîgeha Amedê baş neyê fêmkirin, berxwedana 14'ê Tîrmehê jî baş nayê fêmkirin.
Siyasetmedar Kemal Aktaş bi silavkirina berxwedana Şehîdên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê dest bi axaftinê kir. Aktaş diyar kir ku ruhê ku çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî Rojava ber bi serkeftinê ve bir ruhê 14'ê Tîrmehê bû.
Hamburg
Li Hambûrgê di bîranînê de Nûnera KOMAW'ê Cenap Yeter axivî, got hemû şehîd bi fedakirina canê xwe erka xwe bi cih anîn û wiha axivî: “Fedekarî û berxwedana wan wê her tim îlhamê bide me. Bi vê berxwedanê em jî xwedî li Kurdistanê derketin. Gelê me wê vê berxwedanê ji bîr neke, wê xiyaneta PDK'ê jî ji bîr neke.”
Parîs/Evry
Di bernameya bîranînê de siyasetmedar Bedrettîn Kavak ê ku bi pêşengên berxwedana 14’ê Tîrmehê re tevlî Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin bûbû, axivî. Kavak di axaftina xwe de behsa şert û mercên 14’ê Tîrmehê û kesayet, helwest, pêşdîtina Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên ku di 14’ê Tîrmehê de li dijî dijmin li ber xwe dan, kir.
Basel
Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (CDK-Basel) hat lidarxistin û ji bo şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Li ser navê KOMAW'ê Fîdan Şenturk axaftinek kurt kir. Fîdan Şenturk, li ser keda şehîdan rawestiya û got, "Eger şehîdek li ser tirba xwe binivîse ‘Ez deyndarê vî gelî me' divê em hemû xwe li ber çavan derbas bikin.’’
Bellinzona
Li bîranînê li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Ticino (TDKTM) Nurettîn Adamiş axivî.Adamiş got: “Serkeftin bi şopandina rêya şehîdan tê bidestxistin. Têkoşîna şehîdan pêşengî ji me re dikin. Divê em bibîranîna wan bijîn.”
Lozan
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê jî şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn. Ji Komîsyona Malbatên Şehîdan a Lozanê Şînasî Atli di çalakiyê de axivî. Atli got: “Çawa ku faşîzma 12’ê Îlonê li dijî vîna Kemal Pîr û Hayrî Durmuş hilweşiya, dagirkeriya bi heman zihniyetê polîtîkayên înkar û qirkirinê îro li ser Kurdistanê dimeşîne wê bi berxwedana gerîlayên ku ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê têdikoşin wê têk biçin."
Bordeaux
Li Bordeauxê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo bîranîna Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bîranîn hat lidarxistin. Di bîranînê de fîlmê "14 Tîrmehê" hat pêşandan. Ciwan û gel eleqeyeke mezin nîşanî fîlma ku li salona sînemaya Ûtopîa hat lidarxistin, dan.
Parîs/Grîngny
Li bajarê Grigny ê Parîsê çalakiya bîranînê li dar xistin. Çalakî li Navenda Çanda Kurd a Grîgnyê hate lidarxistin û hate bibîrxistin ku Girtîgeha Leşkerî ya Amedê ya Hejmar 5'an bi darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an ve veguherî êşkenceyê û ev bi Rojiya Mirinê ya Mezin hatiye têkbirin.
Reims
Di bîranînê şehîdên 14’ê T’îrmehê de timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Di çalakiyê de sînevîzyona li ser jiyan, têkoşîn û fedekariya Şehîdên Berxwedana 14’ê Tîrmehê hate pêşandan.
Gîessen
Li bajarê Giessen ê Elmanyayê ji bo şehîdên 14’ê Tîrmehekê bernameyek hate lidarxistin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên 14'ê Tîrmehê destpê kir û bi pêşandana sînevîzyonê dewam kir. Di bîranînê de hat gotin ku niha jî li girtîgehên Tirkiyeyê pêkanînên dijmirovahî hene.
Vîyana
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê ji bo bîranîna pêşengên PKK’ê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek di bîranînê de axivî û got,“Meşaleya berxwedana bi rûmet û bi biryar a di 14’ê Tîrmehê de hat hilkirin, îro li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûye. ‘’
Her wiha li Graz, Lînzê ya Awûstralyayê, li Kîel, Bremen, Dortmund, Berlînê ya Elmanyayê, li Stockholm ya Swêdê, li Marsîlya û Atînayê jî şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.
ANF