Em bi hev re aştiyê bînin
Duşem 3 Adar 2025 - 03:10
Xwişka Alî Çîçek, Ayşe Çîçek der barê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêber Abdullah Ocalan de got: “ Ez bang li hemû kesî dikim. Werin piştgiriyê bidin pêvajoyê. Em bi hev re aştiyê bînin.”
Alî Çîçek li Curnê Reş a Rihayê li gundê Kabahaydar di 1961’ê de tê dinê û di temenê biçûk de têkoşîna azadiya Kurd nas dike. Alî Çîçek piştî demekê tevli têkoşînê dibe û di navbera 1979-80’ê de tê herêmê û tê binçavkirin. 65 rojan di bin çavan de îşkenceyên giran dibîne. Alî Çîçek yek ji şexsiyetên girîng ê berxwedana Zindana Amedê ye.
Heyeta DEM Partiyê di 27’ê Sibatê de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtina sêyemîn pêk anî. Piştî vê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Abdullah Ocalan hat deklerekirin.
Xwişka Alî Çîçek, Ayşe Çîçek derbarê mijarê de axivî.
Me bedelên mezin dan
Ayşe Çîçek got ew aştiyeke mayînde dixwazin û wiha got: “Me bedelên mezin dan. Em di mijara ku wê aştiyeke çawa be de bi fikar in. Aştî ji bo me hemûyan baş e. Baweriya me ya bi têkoşîna azadiyê tam e, lê em bi dewletê bawer nakin. Dewlet dibêje lê gavên şênber bê avêtin neyê avêtin em nizanin.”
Em bi hev re aştiyê bînin
Ayşe Çîçek bal kişand ser hevdîtinan û daxuyand ku dewlet dualî tevdigere û wiha vegot:”Her roj kes tên girtin. Rojnameger tên girtin. Qeyûm tên tayînkirin. Çima îradeya gel tê xespkirin? Ji ber vê em bi dewletê bawer nakin. Em aştiyek bi rûmet dixwazin. Em nikarin biçin ser gora şehîdên xwe. Astengî hene. Alî bijiya wê pêvajo pir baş binirxanda. Alî gotibû wê teqez rojekê aştî bê. Baweriya wan bi aştiyê tam bû. Tevî evqas îşkence baweriya wan bi aştiyê tam bû. Bi saya bedelên hatiye dayîn îro aştî tê axaftin. Ez bang li hemû kesî dikim. Werin piştgiriyê bidin pêvajoyê. Em bi hev re aştiyê bînin.”
JINNEWS/RIHA/DERYA REN