Şehîdên 14'ê Tîrmehê bi bîr bînin

Yekşem 13 Tîrmeh 2025 - 15:10

  • Hevserokatiya KCK'ê got ku pêvajoya nû ya ku bi Rêber Apo bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' da destpêkirin, xwe dispêre mîrate û xebat berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî salvegera 43'emîn a Berxwedaan 14'ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Pêvajoya nû ya ku bi Rêber Apo bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' da destpêkirin, xwe dispêre mîrate û xebat berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê ku gelê me ji tinebûnê rizgar kir û hişmendî û îradeya azadiyê da me. Ruh, biryardarî û rêbaza têkoşînê ya vê xetê ji xwe re dike esas. Ji ber vê yekê ji her demê bêhtir divê em îro li ser Berxwedana 14'ê Tîrmehê bisekinin û vê bûyera dîrokî bi kûrahî fêhm bikin. Rêber Apo di banga xwe ya 19'ê Hezîrana 2025'an de 'Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk' bi şêweyê bicihkirina li şûna manîfestoya 'Rêya Şoreşa Kurdistanê' pênase kir ku manîfestoya me ya destpêkê ye. Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya dîrokî li ser bingeha pîvana parastina hebûnê ya li dijî îmha, înkarê, berxwedana li dijî qirkirin û mêtingeriyê pêk hat ku di manîfesteya 'Rêya Şoreşa Kurdistanê' de ji aliyê Rêber Apo ve hate destnîşankirin. Vê xeta têkoşînê înkara ku li ser gelê Kurd dihate ferzkirin şikand û hebûna gelê me jinûve afirand.

Li ser vê bingehê di şexsê şehîdên 14'ê Tîrmehê ya dîrokî hevrê Kemal, Hayrî, Akîf û Alî de em hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê careke din bi hurmet bi bîr tînin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku li her derê şehîdên 14'ê Tîrmehê ya dîrokî bi bîr bînin, têkoşîna wan a dîrokî fêhm bikin û li ser vê bingehê xwe bi rêxistin bikin, têkoşîna dema nû bi pêş ve bibin." NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.